Mejîyê kê piçûk e?

Sofî Xelef

Hûn zanin, ENKS û PYD-YPG di qirika hev de ne û wek mişk û pisîkê li ber hev sekinî ne. PYD nahêle lotikvanên ENKS li rojava bi serbestî siyaseta xwe bikin û bidin lotik û zîtirkan, ENKS jî PYD bi zordestî û dîktatorî gunehbar dike û mîrkutan li nav serê PYD û Salih Mislim dixe.

Axir…

Li ser bextê fitne û fesadên Qamişlo, Kobanê û Hesekê be, dibêjin Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S Dr. Kawa Ezîzî hevpeyvînek bi Rojavanews re kiriye û dîsa mîrkutek li nav serê rebenê Salih Mislim xistiye, mejîyê wî belawela kiriye.

Dibêjin Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S Dr. Kawa Ezîzî ji Rojavanews re gotiye: “ Binerin oxlim, mêjiyê Salih Mislim pir biçûk e. Ew bi gewde û serê xwe yê mezin, bi mejiyê xwe yê piçûk dixwaze şerê îradeya navdewletî bike. Derbasbûna pêşmergeyên rojava ne di destê Salih Mislim efendî û ne jî di destê partîya wî de ye. Tiştek bi navê şoreşa rojava tuneye, tiştek heye ew jî PYD bi wekalet karê rêjîma Sûrîyê dike. Em ne îtîrafê bi rêjîma Sûrîyê dikin ne jî bi wekîlên rêjîmê allahwekîl“ filan û fîstan.

Ez serê we û xalê xwe Salih Mislim neêşînim, em nizanin ne mejîyê Salih Mislim piçûk e, ne yê Kawa Ezîzî. Em nizanin bê mejîyê herduyan çend weqî û çend kîlo ne. Lê mejîyê kê piçûk be û mejî ji kê re pêwist be, bela nesekine û serî li Navenda Mejîyên Lotikxanê xe.

Mejî li cem me pir e û em bi nîvê heq difiroşin. Hûn mejîyê mirovan dixwazin, yê mîh û berxikan dixwazin, yê karik û bizinan dixwain, ferq nake. Tew mejîyê mirîşk û elokan heta hûn bixwazin pir e. Bi nîvê heq e, fîftî fîftî tê firotin. Saxlem û pakij e, nexweşî nêzîkî mejîyê me nabe, netirsin.

Birastî lo, gelo mejîyê Kurdan çilo û çawa ye, çend gram û çend kîlo ye, hûn zanin?

Ê de haydê qurban…

Bela em bi mejîyê hev dakevin û kêfa dijminan li xwe bînin, û bela dijmin jî mejîyê me bixwin û kêfa xwe li me bînin.

Wey ez di mejîyê me Kurda nim û xelas!

Mejîyê go hiş û aqil tê de tunebe, hêjaye çi loooooooo!

About The Author