Seloyê me bû mîrê 2015an

Cilêtçî Mihê

Belê, lotikvanên RÛDAW ê rapirsînek çêkirin û kesayetên sala 2015an pêşkêşî awira gelemperî ya Kurd kirin. Kurdan jî sêva xwe li nav serê Selahattîn Demîrtaş xistin û ew wek kesayetê sala 2015an hilbijartin. Yanî, Seloyê me bû mîrê 2015an.

Wey li ser xêrê be û rebbê alemê 72 horîyên bihuştê bike nesîb û qismetê Seloyê me rebbî…

Axir…

Hevserokê Demokratîk Cûmhûrîyetê (pardon, ê HDP) birêz û rindik û mindik Selahattîn Hesintaş ji alî xwendevan û temaşevanên RÛDAWê ve wek lotikvan û kesayetê sala 2015an hat hilbijartin. Ê helbet canim, ma Seloyê me hindik e? Na.

Seloyê me hem parêzer e, hem siyasetmedar e, hem tembûrvan û stranbêj e, hem çeleng û lihevhatî ye û hem jî seksî û xwînşîrîn e. Ma ka kesayetek ji Selo çêtir?

Seloyê me bi nameyek vekirî û veşartî spasîya RÛDAWê kiriye û gotiye: “ Cîgerno û kezebno,ji bo min şerefek mezin e ku di vê qonaxê de gelê me deng dane min û ez wek kesê Salê hilbijartime. Bi taybet di nav van rojên dijwar û watedar de ev xelata ku gelê me ji min re layîq dîtiye, ji bo min rûmetek mezin e. Ev rûmet ji kesayetiya min zêdetir, rûmeta gelê me yê têkoşer û berxwedêr e. Bêguman ev girîngîya ku we nîşanî kesayeta min daye, ji wê zêdetir we nîşanî têkoşîna gelê me yê bêhempa daye“ filan û xeftan.

Belê qurban…

Seloyê me bû kesayet û lotikvanê sala 2015an. Lê ez bawerim heke Seloyê me dev ji wan çîrokên Demokratîk Cûmhûrîteyê û bratîya xelkên çeqilmast berde, heke wê toqa naletê ya „Xelklerin Qardaşlixî“ û „Tirk Solî“ ji stuyê xwe derxe, kirasekî Kurd û Kurdistanêî li wê bejn û bala xwe ya tenik û zirav ke, wê bibe star û lîztikvanê sala 2016an jî. Û tew belkî teklîf û pêşniyaz ji Qesra Spî û Hollywoodê jî jê re bên allahwekîl..

Ê de haydê Selo, bajo qurban bajoooooo!

Amed

About The Author