Kurdperwerî û cesaret; Mele Evdilayê Xerzî

Hevpeyvîn

Mele-Evdilayê-Xerzî
Dema ez zarok bûm li mala me mezinan xeber dida, suhbet geş dikirin, ew tiştên ku wana behs dikir, min jî li ser wan meseleyan di serê xwe de “li gor xwe” senoryoyek jêre çêdikir, ew lehengên nav meseleyan min nedîtiba jî suretên wana di serê min de diafiriya. Heke ew kesên ku behsa wî dikirin bi qencî behs bikirana şiklê wî di serê min de dibû wek melayket; berevajîyê wê, heke ew kesên ku behsa wan bi qencî nehate kirin jî di hizra min de dibûne wek cenawir ên pozpelixî. Bi tevahî min mesele fêhm nekira jî, parî parî min li gor xwe dida ber hev û êdî ew dibû çîroka min û lehengên min. Gelek qewmandin û nav hene ku di şevên çile kanûnan de li ber sobeyekê bi darê mazî vêxistî, behsa wan li mala çêdibû û heta îro di bîrê min de ne. Digotin filan kesî qîz revandîye, bêvan kesî lêdaye kurmamê xwe kuştiye, Mele Mihemed mala xwe bar kir çû Anedolê, eskeran avêtîye ser gundê Mele Mistefa, Dijwar lêda Heqo kûşt heyfa xwe hilanî, firar ketine çiyayên Sêzê, Mele Evdila bi qaçaxî derbasî binxetê bûye w.k.

Baş têne bîra min ku di dîwana me de navên gelek mela, hecî, axa û begleran derbas dibû bi seetan behsa wan dihate kirin; lê melayek hebû ku daîma navê wî bi “Kurdperwerî û cesareta wî” li ser dev û diranan bû. Hinekan digot Mele Evdilayê Xerzî, hinekan digot Mele Evdilayê Timoqî. Dema behsa wî dihate kirin min jî li gor xwe di xem û xeyala xwe de dîmenê wî xêz dikir. Li gor min wechê Mele Evdila nûranî bû û ji bo ku bi wêrekiya wî zêde behsa wî hatibû kirin divê ku yekî gelek “gir” bûya… Sal li salan gerîya, bû nesîb û ez bûm hevalê Mehmûd, ku kurê Mele Evdilayê Xerzî ye.
Yên ku dixwazin Mele Evdilayê Xerzî nas bikin bila bi Mehmûd re hevaltiyê bikin, da bibînin ku Mele Evdila çi mîraseke bêhempa li pey xwe hiştiye. Werin bênefsiyê, qedirzanînê, zanebûnê, kurdewariyê ji Mehmûdê Mele Evdila hîn bibin.
Vêca li Mala Mehmûd bi dîwar ve min resmê bavê wî dît, -wey li min- hema ew Mele Evdilayê ku şiklê wî di serê min de, ew Mele Evdila! Rehma Xwedê hezar car lê be…
Werin, çend taybetiyên qehremanê zarokatiya xwe bi devê kurê wî yê hêja Mehmûd (Beğik) ji we re qise bikim.

– Tu dikarî hindek tenê ji biyografiya Mele Evdilayê Xerzî ji me re vebêjî.
Mele Evdilayê Xerzî weke fermî di sala 1313an de ku dike beranberê sala 1897an li gundê Timoqê li herêma Xerza tê dunyayê. Gundê Timoqê li ser bajarokê Hezzo ye ku bi Tirkî jê re dibêjin Kozluk. Xwendina xwe li herêma Silîva dixwîne, li gundên Farqînê û derdora Diyarbekirê.

Li ser biryarên dewleta Tirkiyê ku dibêje Kurd tune ne û fermî ola dewletê tune ye, tevgera Azadî mecbur dibe ku li hemberê van her du biryaran dertê. Li ser van biryaran Şêx Seîdê Pîran nerazîbûna xwe bi hevalên xwe re diyar dike û dewlet li wan dixe. Di navbera wan de şer dertê. Tevî ku serokê tevgerê Xalid Begê Cibrî di zindana Bedlîsê de ye, wî îdam dikin. Paşî Şêx Seîd û hevalên xwe tên îdamkirin. Piştî vê bûyerê Mele Evdila jî dikeve nava tevgera Azadiyê. Paşî bi Xoybûnê re dixebite. Piştgiriya berxwedana Sasonê dike. Tevger di sala 1938an de têk diçe. Mele Mistefa Barzanî ji Sowyetê dadigere. Piştevaniya tevgera Barzanî dike. Di sala 1965an de Partiya Demokrata Tirkiyê tê damezrandin. Seyda dibe serokê komîta herêma Xerzan. Di xwepêşandanan de cîh digre. Bi DDKOyê re tevdigere. Bi biryarên rast yên TİP ê re tevdigere. Sala 1971an de tê darizandin û di sala 1974an de tê beraetkirin.

Di navberên pêvajoyên girîng de, dema derfetên xwe dibîne li hicreyan dersên feqiyan dide. Bi hezaran xwendevan li ber destê wî xwendine. Di sala 1958an de diçe gundê xwe. Li dervayê gundê xwe li devera Xeytikê li ser erdê xwe xanî ava dike. Heya sala 1985an li wê derê dimîne. Li wê derê jî mala xwendegeha zarokên Kurda bû. Di sala 1985an de dewletê bûyereka nexweş xiste ber derê wî. Li ser wê bûyerê Seyda bû firarê dewletê. 9 meh li Kurdistan û Tirkiyê firar geriya. Paşî derbasî başûrê Kurdistanê bû. Ji wir jî derbasî Racan bû ku li Kurdistana Îranê ye. Li cem Îdrîs Barzanî ma. Piştî wefata Îdrîs Barzanî li cem Mesûd Barzanî ma. KDP-I wî kiribû yek ji serkerideyê YAK ê. 5 sal li wê derê ma. Îranî wî xistine zîndanê. Piştî ku derket çû Sûriyê. 2 sal zêde li wê derê ma. Di sala 1992an de, di 2yê meha Sibatê de wefat kir. Niha gora wî li herêma Dirbêsiyê li gundê Berkevirê ye.

– Bi ya te Mele Evdilayê Xerzî çima miletperwer bû?
Seyda digot dema tu kerê berdî wê here nava keran. Tu golikê berdî wê here nava golikan. Tu hêstirê berdî wê here cem hêstiran. Dema tu mirovan berdî divê here nava milletê xwe. Ji ber wê Seyda li cem milletê xwe bû û milletperwer bû. Seyda, Ahmedê Xanî baş xwendibû. Rêbaza wî kiribû rêbaz ji xwe re. Melayê Cizîrî baş xwendibû. Şêx Evdirehmanê Aktepeyî baş xwendibû. Weka peyrewê wan dimeşiya. Bindestî û cehaleta xelkê baş dizanibû. Dermanê wan jî pê re dizanibû. Her dem digot Cegerxwîn her tiştî gotiye: Her wekî dibêje;

Du derdên me hene dijwar û xedar,
Xizanî yek ew ê din her nezanî.

Ji ber van egeran Seyda digot pêwîst e Kurd bixweynin û divê em alim jî piştgiriya xwendina wan bikin. Bi milletê Kurd re em bibin yek.

– Mele Evdila bi “melatiya xwe” li îdeolojîyên mîna Marksîzmê û Lenînîzmê çawa difekirî, bi ya wî ji bo miletê Kurd ev îdeolojî û hêman dihatin çi wateyê, Kurd hewceyên van bûn?
Gelek caran xelk Seyda rexne dikirin. Digotin tu bi xortan re tevdigerî. Xort bê ol in, baweriya wan tune ye an xort marksîst-Lenînîst in. Seyda xort diparastin û digot: Dema tu barê xwe li kerê dikî û diçî aşê, ma tu jî dibî ker gelo? Eger hebe jî ev îdeoloji tenê weka kerê ne ku tu barê xwe li wan bikî. Lê dema kes tunebûya berê xwe dida xortan û ew rexne dikirin. Digot hûn çima nimêj û rojiya xwe nagrin? Hûn zimanê dijminan li ser me û xwe dirêj dikin. Seyda tevî ku ew qas oldar bû jî demokratiyetê bo miletê Kurd dixwest. Di arîşeyên navbera xelkê de, xelk çi rêyî ji xwe re qebûl bikira, dixwest wisa doza wan çareser bike. Bi Şerîetê, orf û adetên nava milletê an weke medenî ji bo Seyda ferq nedikir. Bes di navbera xelkê de aşîtî peyda bûbûya. Ji bo xelkê ne misilman jî dixwest ku dozên xwe di cemaetên xwe de helbikin. Seyda îdeolojî qebûl nedikirin. Ewna, tenê weka boyaxa xaniyekî qebûl dikir. Ji Seyda re avakirina xaniyê milletê Kurd girîngtir bû.

– Mela, herî zêde xwe ji çi aciz dikir, berevacîyê wê, herî zêde bi çi kêfxweş dibû?
Seyda ji qolgirêdanan û dubendiyê an çend bendiya nava millet û cehaleta zêde aciz bû. Bi eksa van jî ji yekîtiyê zêde hez dikir û bi taybetî ji yekîtiya bi zanetî û xwendiniyê.

– Kîjan alîyên wî bêhtir gihişte kesayetîya te?

Xwendin, rabûn û rûniştandin. Tevgera di nava milletê de. Yekîtiya xelkê. Prensîbên Şêx Ahmedê Xanî û Melayê Cizîrî ku Seyda ji me re behsa wan dikir. Ji ber ku yekemîn seydayê min jî Mele Evdilayê Xerzî ye, min zêde guh didayê.

– Şîret û tembiyê wî çi bûn ji bo zarokên wî?
Xwendin, rêzgirtina ji xelkê re. Bi taybetî rêzgirtina ji alim û extiyaran re. Rêzgirtina ji bo mafê millet di nav tembîhên Seyda de li pêş bûn.

– Mele Evdilayê Timoqî ku hebuya, îro di nav fraqsiyonên Kurdan de dê kê nêzî xwe bidîta?
Partiyên ku tenê yên îdeolojiyan bûn, Seyda wan nediparast. Seyda sosyalîzm baş dizanibû û digot ev ne karê me ye. Lê ew partiyên ku li ser bingeha parastina an bidestxistina mafên Kurd yên neteweyî hatine damezrandin, wê wan biparasta. Çi yên ku federasyonê an serxwebûnê diparêzin çi jî yên ku li ser bingeha sinifî hatine damezrandin.

Zor sipas hûn hertim serfirazbin.

Sîpan Norşînî – zamankurdi.com

About The Author