Repbûn Li Xwedê Jî Napirse!

Devliken Kelogirî

Xêr û guneh di stuyê Meleyekî tirk de be, di weazeke xwe de dibêje:ç

„Rojekê Muhamed tê mizgeftê ji bo li pêşiya cimhetê nimêj bike. Lê hest û hîs li serê wî dibin bela û mejiyê wî dîl digire. Di bin fîstanê wî yî spî de kîr lê dibe sing; dike nake nikare li nimêjê germ bibe. Destûrê ji cimhetê dixwaze û radibe dikeve rêya malê. Çawa digihêje malê ji jinên xwe re dibêje, ‚kî ji we kare agirê ji nav nigên min difûre vemirîne?‘ Ji jinan yek bi hewes û heyecaneke bêpîvan bi destê wî digire, wî dibe odeya raketinê û dixirpişin ser dilê hev. Di nava panzdeh deqeyan de Muhamed fîşeka xwe pê de diteqîne, hest û hîsên ku xwe li mejiyê wî pêçabûn sist dibin û paş ve vedikşin. Muhamed radibe xwe helal dike, fîstanê xwe yî spî dikişîne ser bedena nermbûyî û dîsa li mizgeftê vedigere. Dema dikeve hundir, cimhet li şilbûna rîh û porê wî tê digihêjin ku pêxemberê wan xwe nerm kiriye. Muhamed jî ji wan venaşêre jixwe. Derdikeve pêş cimhetê, destê xwe diavêje rîha xwe û nav porê xwe, dibêje; ‚heger hat û rep bû, hûn li ser nimêjê de bin jî, ji bo îbadeta we bi wê fikira şeytanî nelewite, herin fîşeka xwe biteqînin û dû re li ser nimêja xwe rûnin. Îbadeta herî bi xêr ev e. Divê her tişt di wexta xwe de bê kirin.“

Dema ev bûyer diqewime Muhamed mêrê çend jinan e, ne diyar e. Jixwe mele jî di weaza xwe de vê meseleyê zelal nake.

About The Author