Li Kurdistanê nîşane û elametên Kartolistanê hat dîtin…

Devliken Kelogirî

Li newala Waweylê kevir hêdî hêdî vediguherin kartolan û bi germahiya tavê re ew kartol jî vediguherin însên…

Li gorî agahiyên zanistî yên çend muxtaran ku hefteyê carekê piştî nimêja xutbê li qahwa Xeto dicivin, di demeke nêzîk de Kurdistan ê bibe Kartolistan, kurd ê bibin kartol û kurdî yê jî bibe kartolî.
Muxtar û ezayên kurdperwer ku hîç beşdarî civînên Erdoxan nabin, bi şev û roj xebatan dikin, hewl didin di navbera axa ber bi kartolî ve dihere û axa kurdî maye de bendekê lêbikin, da ew vîrusên bi zirar û xetere her derê dîl negirin…

kartol Kopie

karto

About The Author