Merheba îslam, merheba xelîfetî!

Sofî Xelef

Bawer bikin her tişt siyaset û polîtîka ye, her tişt berjewendî û menfeet e. Ji roja ku insan û beşer xuliqî ne, ji bo berjewendîya xwe her tişt bi kar anîne, her rê ceribandine û ji bo insan û mirovan bixapînin, her cûre derew kirine, her dek û dolab gerandine. Çi bi navê xwedê be, çi bi navê ol û dîn be, çi bi navê xîret û namûsê be, haşa min hizûr, her gû xwarine û îro jî dixwin.

Doh wisa bû, îro jî wisa û wilo ye. Berî hezar salî wisa bû, îro dîsa wisa ye. Ol û dîn, xweda û pêxemberên wî, bûne goka nav lingên sextekaran û ew sextekar jî li ser navên wan her gûyên pîs dixwin. Xwe dikin wekîl û berdevkên xwedê, xwe dikin xelîfeyên pêxemberan, li ser navê xwedê û pêxemberan partî û artêşan ava dikin, serê xelkê jêdikin û xelkê ditirsînin. Lê di encamê de eşkere dibe ku her tişt vir û direw in, her tişt fen û fût in, menfeet û berjewendî ne û kes hesabê xwedê û pêxember bi xirrê xwe nake.

Axir…

Berî niha serbazekî DAÎŞ ê Ammar el Haddavî, bi belge , pare û hinek nirxên veşartî ji nav DAÎŞê reviyabû Tirkîyê û nebedî bûbû. Hema kî çend milyon dolaran ji xwe re bide ser hev, xwedê da dêya wî û dest bi revê kir.

Niha jî xiyarekî din ji nav DAÎŞê baz daye, reviya ye. Berpirsê „fona zikatê“ Ebû Fatîma.

Ebû Fatîma tevî 6 hevalên xwe, 6 milyon dolar revandiye û nebedî bûye, kes nizane çûye ku û xwe di kîjan qulikê de veşartiye.

6 milyon dolar!

Û li ser navê xwedê, pêxember, dewleta îslamê û xelîfetê!?

Û Ebû Fatîma nameyek li dû xwe hiştiye.

Di nameyê de çi gotibe başe hûn zanin?

„Min di we kirino, kîjan dewleta îslamê, kîjan xîlafet, çi dewlet û çi xilafet oxlim?“ nivîsandiye.

Yanî bi kurt û Kurmancî, kî dinihê qûna dewleta îslamê û xelîfetê!

Rakka

About The Author