Devliken Kelogirî

Li gorî lêkolîneke zanistî, sunet, zirderewek e û tu eleqeya wê bi tenduristiyê ve tune ye.
Herweha tê gotin, sunet, haz û zewqê jî kêm dike, dukuje.
Li gorî wê lêkolînê, ew çermikê „zêde“ hêza haz û zewqê xurtir dike.
Wê çaxê pirseke weha mejiyê mirov aciz dike!!!
Gelo pêxember sunetkirî bû yan na?
Li gorî agahî magahiyên leqleqokî, pêxember sunetkirî ji dawa dêya xwe ketiye; ango sunetkirî hatiye dinyayê.
Wer dibêjin. Xêr û guneh di stuyê wan de be.
Ne kîrê xwe rê kesî daye, ne jî kesî ew di ser hinan de zevt kiriye. Welew heger zanibin, jinên wî yê zanibin, lê wexta ew çalakî pêk hatiye, rê wan daye nedaye em nizanin.
Belkî camêr ji bo neyê deşîfrekirin, hîç li ber roniya çirayê niyhandin nekiribe.
Jixwe ku rep dibe jî, belî nabe ew çermikê „zêde“ pê ve ye yan ne pê ve ye…
Li gorî aqil û mentiqa min ku hûn jî zanin aqilê min ji tiştên fiqurî re pir dixebite, pêxember bi zaneyî sunet li ometa xwe ferz kiriye, da ji wî xwedan hêz û qudretir kes tune be.
Jixwe tenê yekî nesunetkirî ku pişta wî xurt û zêde zewq û hazê bistîne kare ewqas jin mahr bike.
Bi ya min, armanca pêxember ev bûye;
Ne tenê di warê hişî de, di warê kîrî de jî yekane xurt û desthilatdar be…

About The Author