HDP bûye Partîya Jinebîyan

Esrarkêş Ehmê

Birastî em jî hew zanin bê HDP partîya kê ye, partîya çi ye, çi dixwaze û xizmeta kê û çi dike. Lê ez bawerim kesên ku herî zêde HDP nas kirine, mêrebî, ango mêrên ku HDP ew ji jinên wan dane berdan in. Û xuyaye yek ji wan jî Hunermend Çiyager (Mehmet Karakûş) e. HDP ew ji jina wî dane berdan û malik lê şewitandine, ew şerpeze û bêmecal hiştine. Li ser bextê wî be.

Ne tenê li Kurdistanê, herweha li Tirkîyê û Ewrûpayê jî tê gotin ku bi sedan malbatên Kurd tarûmar bûne, di bin perdeya qaşo “ Azadîya Jinê“ de malbatên Kurd hatine parçekirin û jin û mêr ji hev hatine berdan. Evê siyasetê civaka Kurd jihevde xistiye, nirx û pîrozîyên heyî di nav Kurdan de nehiştiye bêguman.

Axir, mijar dûdirêj e. Bi gotin û nivîsandinê dawî lê nayê û naqede. Lê di vê mijarê de herî xweş, herî zelal û eşkere Hunermend Çiyager axivî ye. Û wer xuyaye ji Çiyager wêdetir jî kes bi derdê Çiyager nizane.

Hunermend çiyager, gelek salan li derûdora PKK û HDP dida lotikan. Herî dawî, KJA ji jina wî Arîfe Karakuş re dibêje: “Ji bo jin azad bibin, divê dev ji mêrên xwe berdin. Heta jin dev ji mêrên xwe bernedin, azad nabin” . Arîfe xanim a ku 20 salin bi Çiyager re zewicî ye û dêya 3 zaroka ye, mala xwe dihêle û diçe. Rebenê Çiyager tikîtenê dimîne, wek bi sedan mêrên Kurd ew jî dibe mêrebî.

Li ser vê şîreta KJA, dibêjin jina wî dev ji mal û mêrê xwe berdide. Çiyager dibêje, „jina min heta nîvê şevê, hin caran jî heta sibê nedihat mala xwe. Ew ji bo xebatê bajar bi bajar digerandin. Di nav ewqas mêr de mayîna jinekê, ne li gor edetên me ye. Niha HDP bi jinebîyan tijî bûye, HDP bûya partîya jinebiyan. HDP ji alîyekî jinan ji mêrên wan dide berdan, ji alîyê din jî wan jinan di nav koma zilaman de dide hewandin û wan teşwîqî fihûşê dike. HDP civaka Kurd teşwîqî fihûşê dike, bi rêya LGBT mêran bi mêran, jinan bi jinan teşwîqî kiryarên dûrî civaka Kurd dike“ û keserekê ji kûranîya dilê xwe dikşîne.

Çiyager dibêje: „Bi sazîyên li pişta HDP, çand û jiyana Kurdan tê xirakirin. Bi siyaseta xendekan malik li Kurdan hatiye şewitandin, zarokên 11 salî li pişt xendekan in. Doza Kurdî li ser pişta zarokan nemaye babam. Piranîya civatê piştgirî neda vî şerî. Niha esnaf jî malbat jî şerpeze bûne. Ev zilm e. Niha li pişt xendekan zxarokên 10-15 salî tên kuştin. Ev yek sûcê kê ye? Divê gel li vê bifikire û li gorî wê biryarê bide. HDP û saziyên li pişta wê, bi peyvên wek “aşitî, azadî û demokrasî”yê neheqiyek mezin li gelê Kurd dikin.“ û kela dilê xwe tîne zimên.

Çiyager dibêje: „jina min ji min re gotiye “Em jin ne namuûsa tu kesî ne” û çûye. Gava min xwest bi hevsera xwe re bipeyivim, HDP mehkeme damezirand û ez darizandim. Di heyeta darazê de 5 jin, 5 jî mêr hebûn“.

Werhasilî kelam, Çiyager jî wek bi sedan mêrên Kurd, bi navê „Azadîya Jinê“ mala wî bi serê wî de hat xirakirin û li rastê hat hiştin. (Li ser bextê wî be)

ciyager

Piştî ku Çiyager lotikek li HDP xist, lotika wî lê vegerîya û ket vî halî. Çend kesên ku Çiyager wan nas dike (li gora ku ew dibêje) serê sibê dikevin pêşîya wî û wî dixin komayê.

Aha demokrasîya me Kurdan ev e haaaa..
Em ji sibê heta êvarî ji Tirkan re, ji Tirkiyê re demokrasî û wehkevîyê dixwazin, lê em nikarin tehamilî hev û rexneyên hevdu bikin..

Qede bi me Kurdan bikeve û xelas…

Amed

About The Author