Deve kêm mabûn, ew jî bi me ve zeliqandin

Rojda Aydin Nizanim ne Serokatîya Diyaneta Tirkîyê mejîyê xwe xwariye, yan jî henekê xwe bi xelkê dike. Lê çi dibe bela bibe, xuyaye henekan nake û dixwaze rastîya naveroka...

Rojda Aydin

Rojda aydinNizanim ne Serokatîya Diyaneta Tirkîyê mejîyê xwe xwariye, yan jî henekê xwe bi xelkê dike. Lê çi dibe bela bibe, xuyaye henekan nake û dixwaze rastîya naveroka ola xwe li ser xelkê fers bike.

Berî niha Dezgeha Diyaneta Tirkîyê fitûyek derxistibû û gotibû: “Heke şehwets bav li keçê rabe, ne heram e”. Ango, heke dil û temê bav biçe ser keça wî, kare dest bavêje keça xwe û haşa min hizûr, namûsa wê bike pênc pare. Yanî, bav kare zinê bi keça xwe re bike.

Piştî derxistina vê fitûyê, li Tirkîyê çend bavan destdirêjîya keçên xwe kiribûn û çend xezûran jî bûkên xwe li xwe mehr kiribûn. Û her ku diçe bi destê vê fikar û mejîyê gennî fitû û ayetên kesanedî dadikevin û derdikevin.

Niha jî fitûya kurtajê (jiberxwe birin) hat derxistin û dîsa lotikek li jinan ket.

Serokatîya Diyaneta Tirkîyê, di Salnameya xwe ya 2016an de fitûyek balkêş nivîsandiye. Di Salnameyê de hatiye gotin: “Kesê kurtajê bike (zarokan ji ber xwe bibe) divê tazmînata (curmê) heqê 5 deveyan bide” filan û fîstan.

Yanî, jina ku zarokan ji ber xwe bibe, wek ceza divê buhayê 5 deveyan pare bide dewletê.

Ê law jey min di devê we û fitûyên we de rîtino, ma li Tirkîyê jina ku kurtaj nekiribe û maye? Tirkiye ji Ewrûpayê xirabtir bûye, fihûş û zinêkarî gîhaye asta herî bilind, ma jinên reben kurtajê nekin wê çi bikin keftarno? Yan çavê we lê ye jin her serê sê mehan bizên û salê 4 zarokan bînin belqitîno?

Îcar heqê 5 deveyan kuro!

Hey min di şaşika we de rîtino, we bigota heqê 5 mirîşkan, dibû. We bigota heqê 5 elokan, îdare dikir. Ma law wê jinên reben heqê 5 deveyên wek we ji ku bînin?

Werhasilî kelam, Diyaneta Tirkîyê nebûye Diyaneta Ola Îslamê, bûye Diyaneta Fitûyên Zinêkarî û Destdirêjîyê wesselam…

Stenbol

Categories
Kadîn
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...