Deve kêm mabûn, ew jî bi me ve zeliqandin

Rojda Aydin

Rojda aydinNizanim ne Serokatîya Diyaneta Tirkîyê mejîyê xwe xwariye, yan jî henekê xwe bi xelkê dike. Lê çi dibe bela bibe, xuyaye henekan nake û dixwaze rastîya naveroka ola xwe li ser xelkê fers bike.

Berî niha Dezgeha Diyaneta Tirkîyê fitûyek derxistibû û gotibû: „Heke şehwets bav li keçê rabe, ne heram e“. Ango, heke dil û temê bav biçe ser keça wî, kare dest bavêje keça xwe û haşa min hizûr, namûsa wê bike pênc pare. Yanî, bav kare zinê bi keça xwe re bike.

Piştî derxistina vê fitûyê, li Tirkîyê çend bavan destdirêjîya keçên xwe kiribûn û çend xezûran jî bûkên xwe li xwe mehr kiribûn. Û her ku diçe bi destê vê fikar û mejîyê gennî fitû û ayetên kesanedî dadikevin û derdikevin.

Niha jî fitûya kurtajê (jiberxwe birin) hat derxistin û dîsa lotikek li jinan ket.

Serokatîya Diyaneta Tirkîyê, di Salnameya xwe ya 2016an de fitûyek balkêş nivîsandiye. Di Salnameyê de hatiye gotin: „Kesê kurtajê bike (zarokan ji ber xwe bibe) divê tazmînata (curmê) heqê 5 deveyan bide“ filan û fîstan.

Yanî, jina ku zarokan ji ber xwe bibe, wek ceza divê buhayê 5 deveyan pare bide dewletê.

Ê law jey min di devê we û fitûyên we de rîtino, ma li Tirkîyê jina ku kurtaj nekiribe û maye? Tirkiye ji Ewrûpayê xirabtir bûye, fihûş û zinêkarî gîhaye asta herî bilind, ma jinên reben kurtajê nekin wê çi bikin keftarno? Yan çavê we lê ye jin her serê sê mehan bizên û salê 4 zarokan bînin belqitîno?

Îcar heqê 5 deveyan kuro!

Hey min di şaşika we de rîtino, we bigota heqê 5 mirîşkan, dibû. We bigota heqê 5 elokan, îdare dikir. Ma law wê jinên reben heqê 5 deveyên wek we ji ku bînin?

Werhasilî kelam, Diyaneta Tirkîyê nebûye Diyaneta Ola Îslamê, bûye Diyaneta Fitûyên Zinêkarî û Destdirêjîyê wesselam…

Stenbol

About The Author