Kerkûk azad bû, ma Hewlêr, kilîlîlîlîlî!

Cemîl Cewher

Kurmê darê ji darê ye keko..

Wax li miiinnn û wax li min!

Çawa ku kew dijminê qewmê xwe ye û qewmê xwe dixe dafika nêçîrvanan, Kurd jî mîna tuxmê kew e. Ji bo xwe zelqan, lê ji bo xelkê hêkan dikin Û ji ber vê xwelîserîya xwe jî em wek xelkê negîhane meqsed û miradê xwe û nebûne dewlet. Û tew hinek xwelîserên me dewletê jî naxwazin, dewletê ji Kurdan re heram dibînin û rûn li ser nanê dewletên dagîrker dikin. Aka em Kurd ev xwelîser in, ev mexlûqat in ev belqitî ne.

Li Stenbolê 5 milyon Kurd dijîn. Lê kesek doza xweserîyê li wir nake. Li bajarên mîna Enqere, Izmîr, Bursa, Balikesîr û dehan bajarên din bi milyonan Kurd dijîn. Lê kesek doza xweserîyê li wan bajarên Tirkîyê nake. Li Tehran û Şamê bi milyonan Kurd dijîn. Lê kesek doza xweserîyê li wan deran nake. Lê ku dor hat ser Kurdistan û bajarên Kurdistanê, hinek Kurdên me bê eraq serxwe dibin. Xweserî ha xweserî! Kanton ha kanton! Bratîya xelkê û bratîya gelan! Kurdistan ne Kurdistan, lê welatê xelkler û gelan e! Kurd bedelê didin, xwînê dirjînin, tên kujtin, lê xelk û gelên din qezenc dikin. Ew xelk û gelên ku dijminatîya Kurd û Kurdistanê dikin, bi xêra hinek xwelîserên me li serê Kurdan dibin mîr û wezîr, dibin xwedî kiryar û gotin.

Belê, mesela me li ser xweserîya demokratîk û kartonên demokratîk bû.

Rojavayê Kurdistanê hat parçe kirin û bû karton. Tew Kurdistan jî rakirin û bû Rojava! Ew jî ne bes bû, îcar şêxek ji şêxên Erebên qûnreş, mêrê çar jinan jî bû serok û rêvebirê me. Demokratîk Sûrîye û bratîya xelkler û gelên Sûrîyê jî bû şîar û armanca me..

Me Sûr a Amedê, Pirsûs, Farqîn, Silopî, Cizîr û Nisêbîn bi navê xweserîya demokratîk kir tiirrrrrr îcar mabû dora Kerkûkê. Me Şengal kir karton, Kurdên Êzîdî wek milletekî din diyar kir, ji wan re alek taybet jî çêkir, me kir tiirrrr îcar mabû dora Kerkûkê. Sûr a Amedê Silopî, Cizîr û Nisêbîn azad bûn, şoreşa gel temam bû û me kir tiiirrrrrrr mabû dora Kerkûkê. Kurd derbeder bûn, cendek û cenazeyên me bi rojan li kolanan man, malên me bi serê me de hatin herifandin, em koçber bûn, bi xendek û mendeqan qûş li me hat qetandin, mabû dora Kerkûkê.

Ê wa li Kerkûkê jî xweserîya demokratîk hat êlan kirin û civîna wê lidar ket.

Kilîlîlîîîîîîîlî!

Wey li ser xêrê be rebbî!

Dibêjin Kerkûk ne ya Kurdan e, ne dilê Kurdistanê ye, malê xelkê û gelan e!

Heke Kerkûk ne malê Kurd û Kurdistanê be, heke ne dilê Kurdistanê be, heke malê xelk û gelên qûnreş be, ezê di petrola wê de bimîzim!

Ji min re çi Kerkûk û petrola wê gava Kerkûk ne Kurd be, ne Kurdistanî be babam!

Belê…

Li ser bextê ANF be, dibêjin Tevgera Azadî (yanî tevgera hevallerên me) li Kerkûkê civîna xweserîya demokratîk lidar xistine û li Kerkûkê xweserî êlan kirine.

Wey li ser xêrê be, bimbarek be û ez çavê we ramîsim hevalno!

Heta partîyên başûrekanim ev partî bin, heta siyaseta wan ev siyaseta teqlo meqlo û şorba nîskê be, heta ev sersar û xemsar bin, hûnê gellek caran çewalan têxin serê wan û tirran ji wan berdin.

Ê de xwedê qiwetê bide we hevalno..

Înşallah emê xendek û mendekên xwe li kolanên Kerkûkê jî bikolin û şoreşa gel pêk bînin!

Îro me Kerkûk azad kir û bi taca xweserîya demokratîk kir bûk, ma dora Hewlêrê.

Bi xêr û selamet, bi emrê xwedê û qewlê dewletên dagîrker, emê sala bê Hewlêrê jî bikin bûk û taca xweserîya demokratîk deynin ser serê wê..

Kilîlîlîlîlîlîlîîîî, şabaş!

Hewlêr

About The Author