Heke rast be me kêf kir allahwekîl

Bavê Cengo

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo, Cizîrê û Kobanê be dibêjin nûnerê Reşo Beşo Obama Brett McGurk serdana Kobanê kiriye û çend lotik û zîtirkên Amerîkankî avêtine. Brett McGurk bi nûnerên PYD û YPG re hevdîtin kirine û dê weledê xwe avêtiye, herdu alîyan kêfa li ser kêfê kirine.

Li ser bextê Dezgema Mafê Mirovan a Sûrîyê be, dibêjin xwedêgiravî Brett McGurk pir pesnê PYD û YPG daye û ew firandine ber perê ezmanan. McGurk ji nûnerên YPG re gotiye: „Binerin babam, hûn niha di nav xweserîyê de ne û ev mafê we ye. Mafê we ye ji ber hûn lotikên xweş davêjin, hûn şerê tarikselatên DAÎŞê dikin û we qûn li wan qetandiye. Sûrîyeya nû wê Sûrîyeyek demokratîk be û wê rêzê ji mafê gelê Kurd re bigire, wê makzagona Sûrîyeya nû vî mafî garantî bike“ û pê de çûye.

Brett McGurk efendî cardin pê de çûye û gotiye: „Metirsin û canê şîrîn aciz nekin cîgerim. Hevdîtinên Cenewreyê hevdîtinek destpêkî û hevdîtinek ji bo rawestandina şer bû. PYD wê di civînên pêşerojê de beşdar bibe û wê bibe parçeyek bingehîn ji hevdîtinan“ û dilê lotikvanên PYD û YPG xweş kiriye.

Ez serê we neêşînim, lotikvanê Qesra Spî Brett McGurk gellek tiştên xweş gotine û hêvîyek mezin daye derûdorê. Îcar wê ew soz pêk bên yan neyên, xêr û guneh di stuyê Brett McGurk û Reşo Beşo Obama de be. Ji ber ku hilbijartinên Amerîkayê nêzîk bûye, kes nizane ka wê Reşo Obama û Brett McGurk li ser desthilatdarîyê bimînin yan na. Lê dîsa jî gotinên xweş xweş in wesselam.

Ê de xwedê û pêxember ji Brett McGurk razî be û xelas..

Qamişlo

About The Author