Amedsporê tir ji Tirkan berda

Pişo Mihemed

Di kûpa Zîraat a Tirkiyê de Amedspor û Bursaspor hatin hemberî hev. Tirkan bawer dikir ku wê Bursaspor zora Amedsporê bibe û Amedsporê di xendekên Amedê de bifetisîne. Lê gunikreşên Amedsporê ax û toza xendekan ji ser xwe avêtin, wek pilingên çavsor êrîşî qûnreşên Bursasporê kirin û qûn li wan qetandin.

Piştî lotik û zîtirkên bi kelecan û berxwedanek bêwestan, gunikreşên Amedsporê 2 gol ango du qerase xistin qûnreşên Bursasporê û qûnreşên Bursasporê jî golek avêtin nav şerwalên gunikreşên Amedsporê. Bi vî awayî, Amedsporê zora Bursasporê, ango zora Tirkan bir û nîşan dan ku ne xendek kare wan bisekinîne, ne jî operasyonên tîmên taybet.

Ê de li ser xêrê be û em çavên gunikreşên Amedsporê radimîsin.

Hêvîdarin wê Amedspor tirê ji Fenerbahçe û Galatasarayê jî berde û çewalan têxin serê wan jî.

Bijî Amedspor!

Amed

Amedspor-02

About The Author