Ma ez perê te naxwim!

Bazê Qendîlê

Camêrekî, pere bi deyn dabûn nasekî xwe. Rojekê, ew camêr diçe ser wî kesê deynbar û dawa pereyên xwe lê dike:

-Heyran, wek tu dizanî, ji mêjde min ev qencî bi te kiriye û welleh niha ez bi haceta wan pereyan im, ma tu êdî nadî min?

– Wey ser ser û ser çavan, welleh heta sax bim qenciya te ji bîr nakim, lê hinekî din sebra xwedê bikşîne, îşalah ezê perekên te li te vegerînim!

– Kengî qurban?

– Wek tu dizanî, hinek pirêza me heye û di nav de gelek dirik û stirî hene, wek tu dizanî jî va havîn e û wê ereb pezên xwe bînin van deran, erê looo hersal tînin. Eger pezên wan ketin nav pirêza me, wê sedî sed, hirya wan bi wan stirî û dirikan ve bizeliqe, emê jî biçin wê hiryê kom bikin û kengî me firot, emê perekên te bidin te heyran, ma em pereyên te naxwin!

Dema mêrik gotina yê deynbar bihîst bû tîq-tîqa kenê wî. Yê deynbar jî lêvegerand: Çima tê nekenîîî, te perên xwe misoger kirine!

Îro hikûmeta bin destê Çirto û Virto jî biryarek derxistine û têde melyon û nîvek mitir di mi-aşxurên Herêma Kurdistanê de birine û hasil gihandine Mûsil. Li gor wê biryarê, ji îro pêve wê mi-aşxur beşekî gelekî kêm ji mi-aşê xwe werbigre û yê mayî jî wê hikûmet jêre hilîne û kengî ku perên hikûmetê çêbûn wê wan pereyên ji mi-aşan qutkirî li xelkê vegerîne. Lê ew roj kengî tê em nizanin haaaa! Roja qiyametê ye, roja meşa ser pira selatê ye, roja heşer û mehşerê ye, ellahwekîl hikûmet bixwe jî nizane! Ewjî wek hirya pezên ereban, kengî petrol buha bû û wek çemên Ferat û Dicle li ser xaka Kurdistanê herikî û hat firotin, bi telaq wê pereyên xelkê li wan vegerînin wîîî!

Hey min di wilo hesab û wilo biryar kirî, ê ma xwedê jî nema dizane van hesaban jihev derxîne haaa! Wek nimûne, eger mi-aşxurek mi-aşê wî sê melyon dinar be, wê hikûmet 2100000 dînar jêre hilgire heta roja qiyametê û tenê 900000 dînarî bidinê û ew çar mi-aşên ku di histê hikûmetê de, ji sala par mane jî, bera xelk fatîhakê û çend qûlhûwellahûehedan li ser bixwînin haaa!

Ez bi Laleşa Êzdînxan kim, mafya kurdî, heft pên û heftê lotik li mafya Îtalî û meksîkî xistine û metirsiyek mezin li ser duwaroja Başûrê Kurdistanê çêkirine.

Başûr li ser volqanekî ye, eger hat û ev volqan teqiya, wê ter û hişk bi xwe re bişewitîne û kî bawer dike, kî bawer nake, ji vî ve!

Kurdistan

borç2

About The Author