Ambargo danîn ser mirîşkên me jî, weleedd!

Şîndar Berwarî

Hikûmeta Heyder Ebadî û qûnreşên Bexdayê, piştî ku dest danîn ser pare û butçeya Kurdistanê, îcar jî ambargo danîne ser mirîşkên Kurdistanê û kîrê dîkên Kurdistanê xistine mirîşkên xwe.

Di vê derbarê de Wezîrê Çandinîya Herêma Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd, lotikek avêt û eşkere kir ku Bexdayê ambargoû qedexe danîye ser mirîşkên Kurdistanê û nahêle goştê mirîşkên Kurdistanê li Iraqê bê firotin. Li gor Ebdilsetar Mecîd, qûnreşên Bexdayê mirîşkên Kurdistanê bi tohmeta „nexweşîyê“ gunehbar dikin û nahêlin ew mirîşk li Iraqê bên firotin.

Di vê derbarê de Wezîrê Çandinîya Herêma Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd, gotiye ku „Heke Erebên qûnreş û qûnekên Bexdayê qedexeya li ser mirîşkên Kurdistanê ranekin, emê jî avê li ser Iraqê qut bikin û di kefenê 101 bavê wan û mirîşkên wan nin“ û pê de çûye.

Li gor tê gotin, Bexdayê qedexe dananîye ser mirîşk û elokên Silêmanîyê. Mirîşk û elokên ku endamên Tevgera Goran û YNK ne, bi serbestî tên firotin û goştê wan li ser sifreyan dibe ristik. Qedexe tenê li ser mirîşkên endam û alîgirên PDK û Barzanî hatiye danîn. Li gor Erebên qûnreş yên Bexdayê dibêjin, xwedêgiravî ew mirîşkên qedexekirî dikin „qid qid“ û propagandaya serxwebûna Kurdistanê û parçekirina Iraqê dikin. Ji ber vê lotikê jî, firotina wan û xwarina goştê wan terorîstan hatiye qedexekirin.

Werhasilî kelam, li ser vê lotika sosret, dibêjin dîkên Kurdistanê xwedî li jinên xwe derketine û ji îro û pêde fisikandina mirîşkên Ereb li xwe heram kirine wesselam.

Duhok

mirisk3 Kopie

About The Author