Ew can e lê xelk bacan e

Abdûllah El Kurdî

Siyaset jî, ol û dîn jî kirine wek lîztika zarokan. Ji bo wan her tişt helal e zelal e, lê ji bo xelkê reben girtî û heram e. Bela jin û keçên şêx û mişayîxên Erebên qûnreş kêfa li ser kêfê bikin, lê bela keç û jinên xelkên reben jî di bin çarçef û perdeyan de şikra xwe bi halê xwe bînin.

Prensesa Siûdî Erebistanê Deena Abdulazîz Al-Saud, li welatê xwe ne hîjaban li xwe dike, ne çarçefan. Deena bi porê kinkirî û cil û bergên Ewrûpî kêfa li ser kêfê dike û dilê wê çawa dixwaze wisa dijî. Û kesek jî nikare jê re bêje jam û cîm. Çima ku keça malbata qralîyeta Siûdîyê ye, jê re her tişt helal û serbest e. Lê ku keç yan jinên xelkê xwe tayek porê xwe berdin çolê, yan tê qamçîkirin, yan jî tê ricimkirin û kujtin. Aha dad û edaleta wan û ola wan ev e. Erebên zikmezin incex gurê xelkê reben in.

Deena Abdulazîz Al-Saud bi Nasser bîn Abdulazîz Al Saud re zewivî ye û dêya sê zarokan e. Xanimê xwedîyê çend mexaze û dikanên cil û bergên modern e û jiyanek wê ya pir sosyal heye. Dikana wê ya bi navê D’NA navdar e. Mişterîyên wê li ser daxwaz û dawetîya prensesê karin bên dan û standinê bikin. Ji herkesî re derî venake. Ne keç û jinên dewlemend û şêx û mişayixên Siûdîyê bin, derîyê dikanê li kesî venake. Hesabê keç û jinên xelkên reben bi rferek sola xwe nake.

Ez serê we neêşînim gelî lotikvanan, keç û jinên dewlemend û şêxên Erebên zikmezin hem li welatê xwe û hem jî li derveyî welatê xwe ji Ewrûpîyan zêdetir xwe şût û rût dikin. Û di bin mase û perdeyan de xwedê zane bê çi dikin û çi nakin. Ji wan re helal û serbest e. Lê yên ku ker dinihên dêya wan, dîsa xwelîserên reben û belengaz in. Ew jî bi xewn û xeyalên axretê û 72 horîyên germik û nermik xirrê xwe diteqînin..

Erebistan

arap 2

arap 4

About The Author