Hevalê lingê şemitî tune brakooooo!

Azad koçer

Dinya maye li ser menfeet û berjewendîyê. Dewlet jî li gor berjewendîyên xwe têkilîyên xwe li dewlet yan partîyan re datînin. Roja ku berjewendîyên xwe birin serî, herkes kurê bavê xwe ye.

Berpirsê Têkilîyên derve yê PDK kakacan Hêmin Hewramî serdana Waşîngton a Amerîkayê kir û çend lotik avêtin. Helbet Hêminê me jî li gor berjewendîya Kurdan tevdigere û dixwaze dostan ji Kurdan re qezenc bike. Çawa ku rehmetî M.Mistefa Barzanî gotibû, „Dostên xwe pir bikin û dijminên xwe kêm bikin“. Xuyaye Hêminê me jî dixwaze li Amerîkayê dostên me pir bike û zijminên me jî kêmtir bike.

Axir…

Li ser bextê fitne û fesadên çapemenîya Kurd û Amerîkayê be, dibêjin Hêminê me beşdarî panênekê bûye û axivîye. Hêminê me gotiye: „Kakaciyan, Kurdan berê digot tenê dost û hevalên me çiya ne, çiyayên Kurdistanê ne. Lê îro ji derveyî çiyan Amerîka jî li pişta me ye û alîkarîya me dike“ filan û bêvan.

Ê de ma xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî!

Heke Amerîka dîsa wek lihevhatina Cezayîrê lotikekê li me nexe û me li rastê nehêle, baş e. Berjewendî ye kaka, berjewendî. Heke Amerîka û Rûsya li ser berjewendîyên xwe li hev bên û wek Mahabad û Cezayîrê Kurdan bi tenê û sêwî bihêlin, qet ecêbmayî nemînin kaka.

Serok Barzanî wextekî çi gotibû?

Gotibû: „Kesên alîkarîya me bikin dostên me ne, kesên nekin dijminên me ne“ bawerim.

Erê îro welatê Reşo Beşo Obama ji bo berjewendîyên xwe alîkarîya me bike jî, wek Çoban Silo (Suleyman Demîrel) digot, „Doh doh e, îro îro ye“ û tu sax…

Zaxo

About The Author