Omega 3 û kelefên mezin

Kevîn Kurdson

Li Zanîngeha Oxfordê lêkolînek balkêş li ser rûnê Omega 3 hatiye çêkirin. Li gor encama vê lêkolîna ku neh (9) salan ajotiye, derketiye holê ku Omega 3 kelefên jinan mezin dike û jinên kelefmezin jî pir zîrek, şareza û biaqil in.

Her çiqasî lotikvan û navdarên mîna Kîm Kardaşîyan, Nîckî Mînaj, Îggy Azalea, Jennîfer Lopez, Brîtney Spears û qûnmezinên wek wan kelefên xwe ji bo reklam û şohreta xwe bikar anîbin jî, di encama lêkolîna li ser Omega 3 derxistiye holê ku bandora Omega 3 pir li mezinbûna kelefên jinan dibe. Jinên ku rûnê Omega 3 zêdetir dixwin, hem qûna wan mezin dibe, hem jî telaşên kelefên wan.

Di vê derbarê de Serokê Beşa Lêkolînê ya Zanîngeha Oxfordê Profesör Konstantinos Manolopoulos, dibêje ku „Di encama lêkolîna me de me dît ku rûnê Omega 3 bandorek mezin li mezinbûna kelefên jinan dike. Di lêkonîna ku me li ser 16.000 (16 hezar) jinan çêkir de derket holê ku di laş û bedena jinên kelefmezin de zêdetir rûnê Omega 3 heye. Ev jî dibe sebebê zîrektir, şarezatir û biaqiltirbûna wan û tendirustîya wan jî ji tendirustîya jinên din saxlemtir e“ filan û bêvan.

Rûnê Omega 3 bi taybet di masî û hêkan de pir e. Di dema îro de li dikan û firoşxaneyan êdî hêkên sê zerdik (hêkên bi Omega 3)pir tê n firotin. Lêkolîner niha meraqa wî tiştî dikin bê ka wê Omega 3 di pêşerojê de çi tofan û felaketan bîne serê nifşên pêşerojê.

Ez serê we neêşînim, jinên ku dixwazin kelefên wan wek kelefên Kîm Kardaşîyan mezin bin û dilê zilam û yarikên xwe xweş û geş bikin, bela zorî bidin xwarina Omega 3. Û zilamên ku dixwazin ji jinên xwe yên çerm û hestî xilas bin û têr goşt bixwin, bela dîsa zorî bidin xwarina Omega 3 û hûn sax…

Amerîka

kalca5

kalca

kalca3

kalca6

kalca4

About The Author