Muna xanim lotikek germik avêt

Mistefa Kerkûkî

Alîkara Partîya Pêşketin û Reformê ya Turkmenan û Wekîla Parlamentoya Herêma Kurdistanê Muna Kahvecî, lotikek germ û nerm avêt û toz û dûman bi ser serê xwe xist.

Lotikvana Turkmen Muna Kahvecî, di daxuyanîya xwe de piştgirîya serxwebûna Kurdistanê kir û got: „Ez bi serê bavê we kim, serxwebûna Kurdistanê ne tenê di berjewendîya Kurdan de ye, herweha di berjewendîya hemû xelkên herêma Kurdistanê de ye. Wê xelkên Kurdistanê tev xêrê ji serxwebûna Kurdistanê bibînin. Em piştgirîya Barzanî û referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin. Erê îro krîza aborî li Kurdistanê heye, lê ev nabe sedema ku Kurdistan serbixwe nebe“ û pê de çû.

Û hevallerên me çi dibêjin?

Ew jî dibêjin: „Bi şeş telaqên jinberdanê, serxwebûna Kurdistanê ne di xêra xelkên Kurdistanê û Iraqê de ye“ filan û fîstan.

Xanima Turkmen dibêje serxwebûn di berjewendîya Kurdan û xelkên Kurdistanê de ye, û hevaller jî dibêjin naaaaaaaaa, bi telaq derew e!

Îcar em rebenên xwedê emê ji kê yeqîn û bawer bikin qurban?

Ji xanima Turkmen, yan ji berdevkên xelkên dinyayê?

Bi dîn û îman ez bi xwe nizanim.

Tiştê ez zanim wek mirîşka gêj li me hatiye û hûn sax…


Kerkûk

About The Author