Ez di wilo qardaşlix û bratîyê de bimîzim!

Cembelîyê Botî

Ez nizanim bê ev çîroka xendekan ji bin serê kê derket û kê fersend da Tirkoleran ku qetlîaman li bajarên me bikin. Hema kî bûbe sebeb, kê ev dek û dolab li serê Kurdan gerandibe, xwedê bela xwe bide wan û hew.

Ew kesên ku digotin û dibêjin: „Tu pirsgirêka me bi dewleta Tirk re, bi artêşa Tirk re tuneye, me heta niha xirabîyek li dijî dewletê û artêşê nekiriye“ li van wêneyan binerin û simbêlê xwe ba bidin. Bela ew kesên ku ji sibê heta êvarî qardaşlix û bratîya Tirkan diparêzin û bûne wek berdevkên dewleta Tirk, li van wêneyan binerin û li Enqerê têr bikenin. Ew kesên ku ala Tirko wek ala xwe dibînin û bekçîtîya sînorên dewleta Tirko dikin, bela dîsa li ser xwîna keç û xort û jin û zarokên me biçêrin û li Enqerê siyaseta Tirkîyeyî û Tirkayetîyê bikin. Û bela em Kurdên xwelîser jî li malên xwe, di mexzenên malên xwe de, li kuçe û kolanên bajarên xwe biyanî, koçber û derbeder bimînin. Û bela keç û jinên me bên kujtin, laş û cendekên wan şût û rût li kuçe û kolanan bên temaşekirin.

Aha qardaşlix û bratîya Tirkoleran ev e!

Aha dewlet û artêşa ku we digot em ne li dijî wê ne, ev in!

Aha Tirk ev in, Tirkîyeyîbûn ev e, Tirkayetî û xelklerin qardaşlixî ev e!

Heke bratîya xelkleran kujtina Kurdan be, heke xelklerin qardaşlixî ev gû be û kujtina Kurdan be, ev bratî û qardaşlix ji me re ne lazim.

Ez di wilo qardaşlix û bratîyê de bimîzim û hew…

Colemêrg

jin cizir

47jpg

12688264_1657618564505317_1649271186886994696_n

About The Author