Blaîr fêm kiriye, lê Kurdan fêm nekiriye

Sofî Xelef

Tifaq û yekîtî bingeha serketin û serfirazîyê ye. Ji ber wê ye ku rebbê alemê gotiye „Tifaq ez li ser rezaq“. Ango, bi tifaq bin ez bi we re.

Rewşa me Kurdên xwelîser li ber çavan e. Ji her serîyekî dengek derdikeve. Heskes dibê „ez û ez“ û wek garana gund li me hatiye. Kes mineta kesê din li ser xwe qebûl nake. Herkes xwe wek beran dibîne û serê du beranan jî di beroşekê de nakelin. Ji ber vê ezezî û bêtifaqîya me, em parçe parçe bûne, wek netew jihevde ketine, zimanê me, rabûn û rûniştina me ji hev cuda bûne. Dijminên me pir in, lê em Kurd hîna jî nikarin bibin yek û nikarin berjewendîyên şexsî, rêxistinî, malbatî û siyasî deynin alîyekî û li benjewendîyên netewî û Kurdistanî bifikirin. Bi ziman herkes yekîtîxwaz e, lê di kiryarê de parçexwaz e mixabin. Ji ber vê xwelîserîya me jî em Kurd bindest in, parçebûyî ne û neyarê riknê xwe ne.

Axir…

Mesela me li ser lotika serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blaîr bû.

Lotikvanê Brîtanî Tony Blaîr, hevpeyvînek bi Rûdaw TV re kir û çend mîrkut li nav serê Kurdên xwelîser xist. Blaîr xwêsîya xwe daqurtandiye û ji Rûdaw TV re gotiye: „Binerin kaka, mirov nikare berê tevahîya Kurdan bide pêşerojek nediyar, ev xeterek dijwar e. Di vê pêvajoyê de tiştê herî girîng ew e ku Kurd li dijî dijminên xwe yekîtiîya xwe ava bikin û hînî jiyana hevpar bibin“ filan û bêvan.

Aha lotik û zîtirka bingehîn ev e ha qurban

Yekîtîya Kurdan!

Lê ka Kurdên ku guh bidin Blaîr û yekîtîyê?

Ma Kurd û yekîtî?

Em di nava malekê de, di malbata xwe de nikarin bibin yek, ma îcar wê Kurd wek millet yan wek partî û rêxistin bibin yek?

Tew tew tew, merheba yekîtîya Kurdan!

Ez bi serê kek Mesûd û Mam Celal kim, û bi serê simbêlê Ocalan kim, em Kurd bûne wek wan dehşikên nav garanê. Ew dehşikên go nuh dest bi lotikan dikin û hema ketûber heskesî didin ber lotik û zîtirkan. Ne bavê xwe nas dikin, ne dê û xuşk û brayên xwe. Em jî wisa û wilo bûne. Em ji hev re xurt in, lê ji xelkê re pûç û kurt in. Em bi her milletî re yekîtî û bratîyê dixwazin, lê bi hev re berberî û cudaxwazîyê.

Yaw brastî lo..

Gelo dikeve serê we go rojekê Kurd bibin yek?

About The Author