Fatê were daweta bê tembûr!

Image processed by CodeCarvings Piczard ### FREE Community Edition ### on 2016-02-16 06:21:12Z | http://piczard.com | http://codecarvings.com

Cemîl Cewher

Serokek ji serokên Kurdên sererd û binerd Adanalî Duran Kalkan abêmiz da lotikan û di derbarê felaketa Cizîrê de axivî. Kalkan ê ku ev 40 sal in hîna jî dewleta Tirk nas nekiriye (!) (ji min û we baştir nas dike, lê kumê xwe li serê Kurdên xwelîser dike) çima ku bi zilmek mezin êrîşî ser Cizîrê kiriye, gazindan ji zilma AKP dike.

Duran abêmiz, ku ev 40 sal in mohra Silêman pêxember di destê wî de ye û wek Tirkekî serokatî û rêveberîya Kurdên xwelîser dike, gotiye: “ Encamek pir giran derket holê. Em ne li bendê bûn ku êrîşek hewqasî mezin bê ser me, em xapîyan, me li Cizîrê şaşî û xeletî kir. Dijmin be jî, me hêvî ne dikir ku wê hewqasî êrîşkar û barbar bin. Me digot qey insan in. Lê meriv rastîya dijminê xwe nas bike jî girîng e““ filan û fîstan.

Yanî, efendî ev 40 sal in hê dijminê xwe nas nekiriye û bawer kiriye ku wê dijminê wî bi gul û çîçekan, bi nêrgiz û beybûnan pêşwazîya xendekên wî bikin.

Wey merheba ji te re abê!

Ê baş e qardaşim, madem hûn xapîyan û madem we li Cizîrê xeletî kir, çima hûn li Sûra Amedê, Nisêbîn, Silopî, Şernex û Xezexê şerê xendekan nadin rawestandin? Yan ew jî ne xeletî ye? Yan divê hîn bi sedan Kurd bên kujtin û bi hezaran jî terka warê xwe bikin heta go hûn xeletîyên xwe bibînin? Madem şaşî û xeletî ye, şerê xendekan bisekinînin û xelas, waweylê!

Kalkan abêmiz bi mîrkutan rabûye ser serê hikûmeta AKP, çûye û hatiye, vir de çûye û wê de çûye, piştre mijar anîye ser hikûmeta başûr û bi taybet jî şûjin di PDK de rakiriye. Çima ku qaşo PDK li hember şerê xendekên Cizîrê bêdeng maye û nedaye lotikan, Duran abêmiz ew kirine şirîkên zilma AKP filan û fîstan.

Yaw qardaşim, tu bi devê xwe dibêjî „me şaşî û xeletî kir, me hesabê encamek hewqasî giran nekiribû“ û li xwe mikur tê. Ma PDK ehmeq e ku bibe şirîkê şaşî û xeletîyên te babam? Belkî lotikvanên PDK berî te ew şaşî û xeletî dîtibin û nexwestibin bibin şirîkên xeletîyên we, ma hûn PDK jî wek xwe xeşîm û nezan dibînin cîgerim, wî! Yan wê herkes bibe şirîkên xeletîyên we, yan jî hûnê wan bikin şirîkên AKP û çirto û virto, wele yabo xweş mesele ye.. Bela wekîlên we di meclîsa AKP de rûn li ser nanê AKP bikin, bela di jiyanek xweş û luks û têr pare de bijîn, bela zarokên wan bêhna barûda Cizîr û Nisêbînê nekin, lê PDK şirîkê AKP ye ha.

Fatê were daweta bê tembûr!

Kurdistan

About The Author