Zeman Xerab e…

Devliken Kelogirî

Şofêr li ser stuyê xwe re zîvirî, li hundirê otobozê nêrî û fitilî ser dîreksiyonê xwe. Ji awirên wî tirkîtiyeke genî difûriya. Bi mahdekî nexweş keserek ji kûrahiya kezebê kişand û dîreksiyonê otobozê qurifand.
Li her du qoltixên kêleka min du pîrek rûniştibûn. Ji qermîçekên rûyên wan diyar dibû Xwedê Teala tu carî rehma xwe ya xwe pê qure dikir û bi ser wan de nebarandibû.
A li ber pacê, kin î topikî bû. Xavikek li serê wê bû. Rûyê wê di nav kefa destê mirov de hildihat. Li binya lêva wê, li ser çenga wê, bi aheng deqeke xweşdesen hatibû neqişandin. Di bin barê belengaziyê de wek kulmeke goşt xuya dikir.
Pîreka din bi kitan û hirbî bû anku girêdana wê girêdana dêrikanî bû. Ji ya din xurtir lê ketîtir-belengaztir xuya dikir. Piştî kêliyekê ez têgihîştim her du xwehên hev in. Ji malbata wan xortek miribû, diçûn şûna wî.
Carina bi hestên gur lê bi dengekî nizm serî di ber hev de dikirin pistepist; carina jî bi kurmanciyeke hur, qebeqeba wan li hundirê otobozê olan dida.
Dema qebeqeba wan pêl bi pêl li hundirê otobozê belav dibû, min guhên xwe miç dikirin; min digo ka bê kes aciziyan dike an na?
Heya wê kêliyê jî peyva min û wan li hev neketibû.
Min li pêşiya xwe dinêrî. Dengê muzîka şofêr a arabeskî, ez xistibûm nav mitalan. Guhên min li muzîkê bûn an di nav mitalan de li senfoniiyeke din digeriyan, nizanim. Min carekê dît ku pîreka li kêleka min rûniştibû, bi dengekî şermok bi tirkî tiştekî ji min dipirse. Min xwe ji nav wan mitalan da alî û lê nêrî û bi bişirîn bi kurdî lê vegerand. Peyva min î bi kurdî him xweşiya wê çû, him jî piçekî şaş û metel ma. Vê carê bi baldarîtir li min nêrî. Min zanîbû guharê min bala wê kişand. Lê ne li guharê min pirsî, ne jî ew guhar kir xem ji xwe re. Û me dest bi sohbetê kir.
“Berxê min, tu kurmanc î?”
“Erê xaltîkê, ez kurmanc im.”
“Tu ji kuderê yî, berxê min?”
“Ez ji Mêrdînê me, xaltîkê. Ji Qezê…”
“Waa! Em jî ji Qezê ne…”
“Erê. Ji peyva we min fêhm kir hûn jî ji Qezê ne, xaltîkê.”
“Hela bise bise, belkî em ên hev derkevin.”
“Ka hela em lê bikolin, belkî em ên hev derkevin.” Û keniyam. Em hîn dipeyivîn, telefona xweha wê kir gazî. Bi dengê telefonê re, kenekî xwe li rûyê min girt. Dengê telefona wê, straneke ji stranên biyanî bû. Hew mabû ez li ber melodiya telefona wê sînga xwe kil bikim. Telefona xwe ji bêrîka kirasê xwe derxist û da ber guhê xwe. Wexta telefon da ber guhê xwe, xweha wê ya bi min re sohbet xweş kiribû jî, serê xwe nêzîkî wê kir û guhê xwe da ber devê wê.
“Elo! Cebraîl, tu yî berxê min?”
Cebraîlê wê bi tirkî lê vedigerîne. Ewil rûyê wê qulipî, dû re ji mecbûrî zimanê wê jî qulipand tirkî. Tirkiyeke teqlomeqlo…
“Berxê min, em di rê de ne. Heya du seetan em ê bigihêjin Stenbolê.”
“De ku hûn nêzîkî Stenbolê bûn, li min bigerin, ez ê werim pêşiya we.”
“Temam qurban, temam…”
Piştî telefona xwe girt û xist bêrîka xwe, her du xwehan dîsa serên xwe kirin ber hev û bi hestên gur lê bi dengekî nizm kirin pistepist. Qasî kêliyekê pistepista wan dewam kir. Dû re dêya Cebraîl, bi çavên şil û bi hestên seqet serê xwe hejand. Piştî kesereke ji kezebê, li jor nêrî got; “Heyfa tahbê mirov bi we re dibîne law, heyfa tahbê…”

About The Author