Serokê Miletê Kurd ê Efsanewî; Mele Mistefa Barzanî

Mele Mistefa Barzanî: Di sala 1903-an de ji dayik dibe. Bavê wî Şêx Mihemed di sala 1903an de wefat kir. Pênc kurên wî hebûn; Ebduselam, Ehmed, Mihemed Sidîq, Mihemed Babo û Mistefa. Kurê wî yê herî piçûk Mistefa, hîna nû hatibû dinyayê…

Dema Komeleya Tealî ya Kurd di bin serokatiya neviyê Şêx Ûbeydûllah Nehrî Seîd Ebdilkadir de ava dibe, Mele Mistefa Barzanî 15 salî ye. Dema Kurdistan encama Peymana Lozanê beş dibe ew 20 salî ye. Dema serîhildana 1925-an di bin serokatiya Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî de dest pê dike, 22 salî ye.

Serokê Miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî, beriya nûha 37 salan, di 1-ê Adar a 1979an de li Emerîkayê encama nexweşiya pençeşêrê çû ser dilovaniya xwe û ji nav miletê kurd koç kir.

Hezar mixabin ji bona ku rejîma baasî li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê dom dikir, derfet nebû ku li Başûrê Kurdistanê û li Berzan bê veşartin. Loma jî li Rojhelata Kurdistanê hat veşartin. Piştî ku Başûrê Kurdistanê azad bû mezelê wî û îdrîs Barzanî neqilî Başûrê Kurdistanê û Berzan bû.

Dema Mele Mistefa Barzanî çû ser dilovaniya xwe, zêdetir qiymeta wî ji bona miletê kurd û miletê cîran derket holê. Her kesî piştî mirina wî qal kir ku çiqas aşitîxwaz e û ji bona çareserkirina pirsa Miletê Kurd aktorekî girîng e.

Di vê merheleyê de jî, konsepta wî, rê û rêbaza wî girîng e. Loma jî li ser rê û rêbaza wî; li ser qerekter û exlaqa wî; li ser bîrûbaweriyên wî; li ser xeta wî ya siyasî û milî lêkolîn bi gelek cûran çê dibin.

Jiyana wî, bi azadî û rizgariya Kurdistanê re û bi qewimandinên dîrokî yên mezin yên sedsala 20an ve li hevûdu dike.

Mele Mistefa Barzanî, di zarokatiya xwe de bi tevgere rizgarîxwaz ya miletê kurd re rû be rû dibe û di zaroktiya xwe de bes êşa miletê kurd nas nake, di heman dem de ew di nav wê eşê de jiyana xwe didomîne.

Ew di sê saliya xwe de bi dayika xwe re di zîndana Osmaniyan de dimîne. Êş û zehmetî dikşîne.

Ew dema ku 13 salî bûye, li ber çavên wî, birayê wî yê mezin Şêx Evdilselam Barzanî tê daleqandin. Ew wê demê biryar dide ku dê an kurditî neke û an jî dê tu wext xwe teslîmî dijmin nebe.

Lê ew biryar dide ku ji bona azadî û rizgariya neteweya Kurd û Kurdistanê xebat bike û têkoşîn bidomîne. Piştî wê biryarê jî, her dem di nav têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê de bûye.
Rastî jî piştî ku dest bi têkoşînê dike, hîç demekê serê xwe ji dijminên neteweya kurd re natewandiye.

Neteweya Kurd, bi serokatiya wî tahma azadiyê girtiye û desthilatdarî jiya ye: Di 11 Adar a 1970-yî de di bin seroktiya wî de li Başurê Kurdistanê Otonomiya Kurdistanê ava bû û desthilatdariya baasî mecbûr bû ku peymeneke bi qepasîte bi kurdan re îmza bike. Otonomiya Kurdistanê (1970) piştî Komara Kurdistanê ya Mehabadê desthilatdariya kurdan ya duyemîn e.

Di qonaxa em tê de dijîn de, avabûna Dewleta Federe ya Kurdistanê jî, encama têkoşîn, xebat û fedekarî ya wî ye.

Mele Mistefa Barzanî û Şêx Abdûlselam Barzanî…

Malbata Mele Mistefa Barzanî, di destpêka sedsala 20-an de dikeve nav tevgera milî ya kurd. Di demek kurt de jî, di nav tevgera miletê kurd de rolekî gelek girîng dilîze.

Birayê wî yê mezin Şêx Abdulselam Barzanî, dema Mele Mistefa Barzanî zarok e, ji tevgera miletê kurd re serokatî dike.

Dema di salên 1913-an de tevgera Şêx Abdûlselam Barzanî şikest dixe û ew mecbûr dibe ku derbasî Rojhelata Kurdistanê û Îranê be.

Lê Osmaniyan û bi taybetî jî Îttîhad-Terakkîcî xwediyê biryar in, ku Şêx Abdulselam Barzanî bikûjin. Loma jî li ser wî gelek disekinin. Ji Îranê daxwaz dikin ku teslîmî wan bikin.

Ew li Îranê jî jiyanek veşartî derbas dike. Hezar mixabin ew li Rojhelata Kurdistanê encama xiyaneta mazûbanê xwe, ji aliyê desthilatdarên Îranê de dîl tê girtin û teslîmî Osmaniyan tê kirin. Osmanî, Şêx Abdulselam Barzanî, di ser bajarê Wanê û Diyarbekîrê re dibin Misûlê. Li Misûlê ji aliyê kurdekî (Silêman Nazif) ve bi awayekî nehiqûqî tê darizandin, di derbarê wî de biryara dardakirinê tê girtin.

Şêx Abdûlselam Barzanî li ber çavên malbata wî û Mele Mistefa Barzanî tê dardakirin.

Di nav tevgera miletê kurd de cîh girtin qedera Mele Mistefa Barzanî ye. Ew di zaroktiya xwe de di nav tevgera milî de cîh digre.

Ew di cîwantiya xwe de û birayê wî yê mezin Şêx Ehmed Barzanî ve bi çekdarî piştgiriya Tevgera Şêx Mehmud Berzencî dikin.

Dîsa malbata Barzaniyan û Mele Mistefa Barzanî bi Şêx Seîd Efendî re dikevin nav pêwendiyan.

Piştî wê jî Malbata Barzaniyan û Mele Mistefa Barzanî di sala 1932-an de bi tevgera Agriyê re û beriya wê jî bi Rêxistina Xoybunê re xwediyê pêwendiyê ne.

Mele Mistefa Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî û Ji Tevgera Şêx Mehmûd Hafîd (Berzencî) Re Alîkarî…

Piştî ku Şêx Ebdulselam Barzanî tê îdam kirin, serokatiya malbata Barzanî û tevgera milî dikeve destê Şêx Ehmed Barzanî. Mele Mistefa Barzanî jî her dem piştgirê Şêx Ehmed Barzanî ye. Heta ew mirove şervan yê malbatê û tevgera milî ya kurd e.

Şêx Mehmûd Berzencî di sala 1919an de li hemberî emperyalizma îngılîzan li herêma Sileymaniyê serhildanek milî ya kurd pêk tîne. Şêx Ehmed û Mele Mistefa piştgiriya serhildana Şêx Mehmûd Berzencî dikin.

Şêx Ehmed Barzanî, ji eşîretên ku li herêma Botan cîwar in re name dişîne ku piştgiriya Tevgera Şêx Mehmûd Berzencî bikin. Di hemandem ji eşîreta Barzan gelek şervanan organîze dikin, ji bona piştgiriyê ji Şêx Mehmûd Berzencî re dişînin. Ev gruba şervan jî di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de diçin şerê milî ya ku di bin serokatiya Şêx Mehmûd Berzencî de tê meşandin.

Piraniya van şervanan beriya ku bigihîjin Sileymaniyê dikevin kêmîna (feqa) îngilîzan û tên kûştin.

Şêx Mehmûd Berzencî jî dîldikeve destê îngilîzan.

Beşek serokên eşîretan nameyên ku ji aliyê Şêx Ehmed ve ji wan re hatibûn şandin, teslîmî Parezgehê Mûsûlê dikin. Wê demê îngilîzan biryar dan ku darbeyeke mezin li Barzaniyan bixin. Gundên wan vala bikin, li wan gundan Asûriyan bi cîh bikin. Lê ji bona ku di navbeyna Asûriyan û Barzanîyan de ji dema Şêx Abdûlselam Barzanî de pêwendî û dostaniyek dîrokî hebû, Asûriya ev qebûl nekirin. Li dijî vê planê derketin.

Di meha dehan ya 1919-an de Parezgehê Mûsûlê li herêma Barzan digere û tehdîtên xwe li hemberî Şêx Ehmed Barzanî tîne ser zimên.

Şêx Ehmed jî wê demê pêşwaziya walî nake.

Dîsa girêdayî gelek sedaman ji serok eşîran bac dihat girtin.

qazi-muhammed-u-barzani

Wê demê serokeşîrên kurdan biryar digrin ku li hemberî zorbatiya hikûmeta merkezî dest bi şer bikin. Wê demê diçin cem Şêx Ehmed Barzanî piştgirî dixwazin. Şêx Ehmed, bi şerta qerardarî soza piştgiriyê dide.

Birayê xwe Mele Mistefa Barzanî û Mûhammed Siddik piştgiriya leşkerî didin wan. Eşîretan, du berpirsiyarên leşkerî yên îngilîzan dikûjin. Diçin li bajarê Akreyê desthilatdariyê digrin destên xwe. Xezîneya Akreyê jî werdigrin. Hezar mixabin ev yeka dibe sedem ku di navbeyna serok eşîretan de pirsgirêk derdikevin. Wê demê Şêx Ehmed vedigere herêma xwe.

Hikûmeta navendî her dem li hemberî Barzaniyan planên qirêj dimeşînin. Ev planên xwe dixwazin bi eşîretên Kurdistanê bi cî û cî bikin. Di havîna sala 1931-an de eşîreta Bradost erişî Barzaniyan dikin. Gundên Barzaniyan talan dikin û malên wan dişewitînin. Wê demê Mele Mistefa Barzanî herêmê ziyaret dike. Dema êrişa Bradostan pêk tê, ew li hemberi wan şer dike û zora Bradostan dibe. Malên Barzaniyan pişt re vedigerînin.

Piştî ku erîşa eşîreta Bradostiya şikest dixwe, hikûmet daxwaz dike ku bi Şêx Ehmed Barzanî re danûstandin bike û ew şerê Bradostiyan û Barzaniya dawî bîne. Şêx Ehmed Barzanî vê yekê qebûl dike. Lê esil plan û hesabê wan ew e ku Şêx Ehmed Barzanî teslîm bigrin. Ji bona vê jî dixwazin li derûdora gûndên Barzaniyan bigrin. Pêşî ji Şêx Ehmed Barzanî re nameyek tê şandin.

Wê demê tê zanîn ku Mele Mistefa Barzanî ne li gunde. Lê wê şevê vedigere gundê xwe. Ev yeka jî ji aliyê hikûmetê de nayê zanîn. Şêx Ehmed Barzanî dema ku dibîne ku derûdora gûnd hatiye girtin ji Mele Mistefa Barzanî re dibêje ku hemû gundiyan çekdar bike.

Ji hikûmeta merkezî re tê gotin ku mafê wan heye ku em xwe biparêzin.

Mele Mistefa Barzanî û şervanên wî ji bona şer amadekar in. Serî sibê belafirên şerî yên îngilîzan êriş dikin. Şer dest pê dike. Şervanên Barzaniyan bi awayekî qehremanî zarok û jin û kalûpîrên xwe diparêzin.

Di hamendem birayê Mele Mistefa Barzanî Mûhammed Siddik, Qeymaqamê Zîbarê û parazvanên wî dîl digre tîne Barzan.

Şervanên di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî di şev ji çend aliyan de êrîş dibin ser hêzên hikûmetê. Hêzên hikûmetê şikest dixin û xwe paşve vedikişînin.

Piştî vê yekê Şêx Ehmed Barzanî, ji hikûmetê aşitî dixwaze. Hikûmet jî mecbûr dibe ku qebul bike. Loma jî heta sala 1932an di herêmê de aramiyek çê dibe. Lê niyeta hikûmeta navendî û îngilîzan ya xirab, di darbarê Barzaniyan de naye guhertin.

Hikûmet, guya ji bona ku desthilatdariya medenî li Barzanê ava bikin, biryara êrişê digrin. Hêzên xwe li bajarên Barzan bi cî dikin. Ev yeka ji bona ceribandina çekên nû jî pêwîst dibînin. Ji bona vê hêzêkî mezin û planek mezin tê amade kirin. Heta ji Tirkiyeyê tê xwestin ku dema şervanên Barzaniyan bixwazin derbasî Tirkiyeyê bibib, neyên qebûl kirin.

Hikûmet û îngilîz ji bona ku dest bi êrişê bikin, divê hecetek çê bikin. Loma ji Şêx Ehmed Barzanî tê xwestin ku teslîm bibe. Her tiştekî wan qebûl bike. Şêx Ehmed ev daxwazên wan red dike.

Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî ji bona ku dizanın ku hikûmet û îngilîzan êriş bikin. Wan jî amadekariya xwe dikin. Serokê giştî ya leşkerî Mele Mistefa Barzanî ye. Lê Şêx Ehmed Barzanî û birayê wan Şêx Mûhammed Sıddık li herêmên cihê ji hêzên leşkerî re serleşkerî dikin.

Di 13ê Adarê 1932an de şer dest pê dike. Hêzên hikûmetê şikest dixin. Wê demê belafirên Îngılîzan êriş dikin. Lê hêzan Barzaniyan ji bona serkeftî dibin, bombebaraniya belafiran radiweste. Pişt re jî di navbeyna herdu terefan de encama danûstandinan dest pê dike.

Hezar mixabin pişt re belafirên Îngilîzan dîsa êriş dikin. Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî û serokatiya şer, dibînin ku serkeftina wan zehmet e. Biryar didin ku ew biçin li welatên cîran bi cîh bibin. Ji bona vê jî bi Îran û Tirkiyeyê re danûstandin dikin. Hêzên di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de, dest ji êrîşê ber didin. Stratejiya xweparastinê dipejirînin. Di wê navberê de jî bi hikûmeta merkezî re jî danûsatandin dikin.

Di encamê de Şêx Ehmed û Melel Mistefa Barzanî bi serok eşîran re danûstandin dikin û biryar didin ku derbasî Tirkiyeyê bibin.

Di Hezîrana 1932an de bi Tirkiyeyê re danûstandin dikin. Tirkiye, penaberiya wan qebûl dike. Lê teslîma çekan wek şertekê pêşve diajo.

Dema ku hêzên Barzaniyan derbasi Tirkiyeyê dibin, hêzên dewleta Iraqê êriş dikin. Lê di êrîşa xwe de şikest dixin. Mele Mistefa Barzanî li vir jî zanyariya xwe ya leşkerî nîşan dide.

Şêx Ehmed û Melel Mistefa Barzanî û birayên wan yên din û beşek serok eşîr û walî û qeymaqam, bi 400 malbatî re derbasî Tirkiyeyê dibin.

Tirkiye, biryar dide ku wan li Erziromê bi cîh bikin. Lê Şêx Ehmed çend şerok eşîrên din ji wan vediqetînin, dibin Enqereyê.

Mele Mistefa Barzanî û birayên wî û serok eşîrên li Erziromê daxwaz dikin ku Şêx Ehmed Barzanî jî bê Erziromê, an jî wan bişînin cem Şêx Ehmed Barzanî. Dewleta Tirk vê yekê qebûl nake.

Lê di encama têkoşîn û daxwaza wan ya dirêj de, Dewleta Tirk qebûl dike ku ew vegerin Çolemergê Şemdînliyê. Hîç şik tune ye di wan şertan de vegera wan gelek zehmet dibe. Mele Mistefa Barzanî diyar dike ku “Her çiqas gelê me li Bakûrê Kurdistanê gelek feqir bûn û ji hemû mafên xwe bêpar bûn jî, wan ji me re alîkariyek mezin kirin. Em parastin.”

Dewleta Tirk di sala 1933an de Şêx Ehmed Barzanî di ser rêya Cizîrê re teslîmî Iraqê dikin. Wê demê Mele Mistefa Barzanî û birayên xwe, serok eşîran biryar didin ku vegerin Başûrê Kurdistanê. Lewra pêwendiyên Dewleta Tirk û Iraqê gelek baş bûne. Dûr nîne ku Mele Mistefa Barzanî û birayên wî û serok eşîran jî teslîmî Iraqê bikin.

Mele Mistefa Barzanî hêzên xwe yên çekdar li çend herêma belav dike. Biryar didin ku şer nekin. Lê ji bona ku xwe biparêzin amadekarî dikin. Vê yekê hikûmeta Iraqê gelek tirsand. Loma jî, ji Şêx Ehmed Barzanî daxwaz dikin ku Barzanî bên li gundên xwe bi cîh bibin.

Şêx Ehmed Barzanî jî, ji birayên xwe daxwaz dike ku tu dem teslîm nebin. Daxwazên hikûmetê pêk nînin.

Di encamê de hikûmet mecbûr dibe ku Şêx Ehmed Barzanî bişîne Barzan. Ew wê demê li Mûsûlê sirgûn bû. Wı jî soz dabû ku birayê xwe Mele Mistefa Barzanî bişîne Mûsûlê. Ew kesekî ku bi soza xwe re gelek girêdayî bûye. Loma jî ev soza xwe pêk bîne. Li hemberî vê jî, efa giştî di nav de, gelek şertên Şêx Ehmed Barzanî jî hikûmet qebûl dike.

Mele Mistefa Barzanî ji bona ku pêşwaziya Şêx Ehmed Barzanî bike, bi hêzekî xurt ber bi Mûsûlê diçe. Dibîne ku Şéx Ehmed Barzanî gelek bi moral e. Şêx Ehmed ji wî daxwaz dike ku ew biçe Mûsûlê. Ew, daxwaza wî bê qeyd şert pêk bîne, qebûl dike. Lê ji Şêx Ehmed Barzanî daxwaz dike ku ew jî li ciyekî ku hikûmet nikaribe wî dîl bigre, bi cîh bibe. Dibêje, “Min bi îdamê jî tehdît bikin. Tu hîç wextek xwe teslîm neke.”

Waliyê Mûsûlê di destpêkê bawer nake ku Mele Mistefa Barzanî dê bê, Pişt re bawer dike. Mele Mistefa Barzanî 10 rojan li Mûsûlê dimîne û vedigere Barzan.

Piştî demekê hikûmet Şêx Ehmed vedixwîne Mûsûlê. Bi rêz ji wî re pêşwazi tê kirin. Du hefta şûnda dixwazin ku Mele Mistefa Barzanî jî bê Mûsûlê. Rastî ew helwesta li xweşiya Mele Mistefa Barzanî naye. Lê ji bona ku Şêx Ehmed daxwaz dike û ji wî re gelek rêzdar e, mecbûrî diçe Mûsûlê.

Hezar mixabin Hikûmeta navendî îzin nadine ku Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî vegerin herêma xwe. Ew mecbûr dibin hemû malbat û birayên xwe bînin Mûsûlê.

Ev sefera duyemîn ya Mele Mistefa ji bona Mûsulê dibe. Lê bû seferek gelek nexweş û xeter. Li Mûsûlê walî, Mele Mistefa jahr dide. Mele Mistefa gelek bi zehmet ji vê xeteriyê xelas dibe.

Barzaniyan di dawiya sala 1936an de dişînin Baxdaê. Şêx Mehmûd Berzencî jî li Baxdaê sirgun e. Loma jî di navbeyna Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî û Şêx Mehmûd Berzencî de gelek hevûdîtin çê dibûn. Hikûmet ji vê yekê gelek eciz dibe. Ji bona vê yekê hikûmet Barzaniyan sirgunî Nasiriyeyê dikin.

Lê li herêma Barzan serhildan dom dike. Hezar mixabin serhildan bi qetlîamekê tê şikandin.

Di sala 1939an de Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî û hemû malbata wan sirgunî Altinkopruyê û Kîfrî dikin. Piştî demek kurt jî sirgûnî Sileymaniyê dikin.

Barzaniyan heta sala 1943an li Sileymaniyeyê jiyana xwe didomînin. Di vê navberê de Mele Mistefa Barzanî bi rêxistina Hêvî yê re pêwendî çêdike. Di gulana 1943-an de Mele Mistefa Barzanî bi alîkariya rêxistina Hêvî û kesên kurdperwer ji Sileymaniyeyê direve. Ber bi sînorê Rojhelata Kurdistanê ve diçe û derbasî Îranê dibe.

Beriya ku bireve ji Şêx Ehmed îzin digre. Şêx Ehmed dibêje ku “heta ku nizanîbî ku tuyê serkeftî bibî, bi leşikeran re nekeve nav şerekî. Ji bona me bi hikûmetê re nekeve nav bazariyekê jî.”

Mele Mistefa Barzanî bi cilûmergên olî dikeve Îranê ji bona naye nas kirin. Mele Mistefa Barzanî li Rojhelata Kurdistanê diçe Şînoyê.

Lêbelê ew zêde li Îranê namîne, bi hevalên xwe ve vedigere Herêma Barzan. Dema ku ew vedigerin herêmê di nav gel kelecaniyek pêk tê.

Ew xwediyê biryar e ku li hemberî hikûmeta merkezî şer bike. Lê ji bona vê amadekariyek baş pêwîst e. Loma jî di destpêkê de ji bona vê xebat dike. Di demek kurt de hêzêkî pêşmergeyan ya mezin çê dike.

Dema ku hikûmeta merkezî dibîne ku Mele Mistefa Barzanî û Barzaniyan di nav amadekariyekê de ne, ji Mele Mistefa Barzanî re heyetan bi rê dikin. Mele Mistefa Barzanî ji bona ku bi hikûmetê re bikeve nav danûstandinê şertê wî yekem ew e ku Şêx Ehmed Barzanî û hemû sirgunê Kurd vegerin ciyê xwe.

Ev şerta Mele Mistefa ji aliyê dewletê de tê pejirandin.

Ev serkeftina li hemberî hikûmetê, ji bona tevgera milî ya Barzanî dibe gavek mezin. Gelê kurd hîn zêdetir eleqeyek ji Mele Mistefa Barzanî re nîşan didin. Herêma Barzan jî dibe navendek milî û azadî ya miletê kurd.

Li hemberî vê yekê jî Mele Mistefa Barzanî şer dide rawestandin.

Hikûmeta Nûrî Seîd jî pêşniyar û daxwazên kurdan yên girîng dipejirîne. Ev daxwazan:

1-Ew kesên memûr (mûazif) yên li gel tade û eşkence kirine, divê ji wezîfe werin girtin.

2-Divê Eyalata Kurdistanê ava bibe,

3-Zimanê kurdî dê wek zimanê fermî bê pejirandin,

4-Ji her wezîrekî re cîgirekî kurd bê pejirandin.

5-Ji bona Eyalata Kurdistanê wezîrekî kurd bê pejirandin,

6-Avakirina dibistan û nexweşxaneyan, vekirina rêyan, avakirinba herêmê,

7-Tazmîna zeraran kesên zerarditî,

8-Berpirsiyariyên leşkerî, malî, karên devre dê di uhdeya dewleta merkezî de be.

Hezar mixabin ji bona ku Hikumeta Nûrî Seîd îstifa kir, nikarî vê peymanê cî bi cî bike. Hikûmeta nû îlan kir ku peymana Hikûmeta Nûrî Seîd û Kurdan nas nake.

Mele Mistefa Barzanî û Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Çûyina Wî ya Yekîtiya Sovyetan…

Mele Mistefa Barzanî di sala 1943an de ji Sileymaniyeyê vedigere. Ew ji wir derbasî Rojhelata Kurdistanê bajarê Mehabadê dibe. Dema ku Mele Mistefa Barzanî te Rojhelata Kurdistanê bi serokeşîrên ji Başurê Kurdistanê koçber bûne li Rojhelata Kurdistanê bi cihbûn re danûstandin dike. Ew zîyerata Mele Mistefa Barzanî hemû kurdan kêfxweş dike. Bi taybetî ew Barzaniyên li hewirdora bajarê Şînoyê jiyana xwe dimeşandin, dema ku Mele Mistefa Barzanî wan ziyaret dike, hest û kelecanek milî û civakî û însanî derketiye holê. Hemû li ser vexwendina Mele Mistefa Barzanî tên û ji Mele Mistefa Barzanî re pêşwazî dikin.

Li wir biryar tê girtin ku vegerin Başûrê Kurdistanê. Mele Mistefa Barzanî di meha heftan ya 1945an de dikeve nav axa Başûrê Kurdistanê. Li Başûrê Kurdistanê gundan ziyaret dike û bi serokeşîran re danûstandin dike. Bi serokeşîr û mîr û rûsipiyên herêmê re civînek pêk tîne.

Di civînê de biryar te girtin ku li hemberî dewletê şerê pêşmergetî bimeşînin. Beriya ku şer dest pê bike Şêx Ehmed Barzanî sê tawsiyan ji Mele Mistefa Barzanî re dike.

1-Divê tu di her karê xwe de edaletê bidî ber çav û gorî edaletê tevbigerî,

2-Divê tu ji kibîrê (mezintiyê û kûretiyê) dûr bisekinî, gel û hevalên xwe bi biçûk nebînî,

3-Heta ku te tespît nekir ku tu zora hêzên dewletê bibî, bi wan re nekeve nav şer. Bi taybetî jî di şerê yekemîn de bi zaferê derketin û serkeftin gelek girîng e.

Pişt re ew dest bi xebatê dikin. Hêzên xwe ava dikin. Lê hikûmet jî dest bi girtin û sirgûnê dike.

Mele Mistefa Barzanî heta sinorê Rojhelata Kurdistanê danûstandinên xwe pêk tîne. Bi Komelaya Kurdistanê (J.K) re danûstandin dike. Ji hemû serokeşîran re nameyan dişîne ku ji dewletê çek negrin û beşdarî tevgera milî bibin.

Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, daxwazên xwe pêşkêşî dewleta Iraqê dikin. Lê hikûmet daxwazên wan red dike.

Ew dibe sedem ku şer dest pê bike.

Malbata Barzaniyan û Mele Mistafa Barzanî heta sala 1945-an li Başûrê Kurdistanê li hemberî dewleta dagirker û kolonyalîst ya Iraqê ji bona çarenivîsiya miletê kurd û ji bona azadî/rizgariya Kurdistanê têkoşîn dimeşînin.

Lê piştî ku şikest dixin, Mele Mistefa Barzanî û pêşmergeyên wî diçin Rojhelata Kurdistanê.

Mele Mistafe Barzanî û pêşmergeyên wî, li Rojhelata Kurdistanê dikevin bin xizmeta miletê kurd û desthilatdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Îranê.

Ew di sala 1946-an de di avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de rolek gelek girîng dilîzin. Mele Mistefa Barzanî, di Komara Kurdiatanê de dibe serleşker.

Ew di Komara Kurdistanê ya Mehabadê de wek serokerkan ji serokê pêşewa Qadi Mihemed re hevalbend e û di bin serokatiya wî de xebatkar û dozgerek e. Ew dema ku li Komara Kurdistanê ya Mehabadê vê helwestê nîşan dide, ew realîteya beşbûnê Kurdistanê dide ber çav, ji bona wê tu wext îdiaya serokatî li Komara Mehabadê ya Kurdistanê nake.

Ew bi ev helwesta xwe, hiqûqek hindurî çê dike. Ew hiqûqa diyar dike ku divê hêza parçeyekî Kurdistanê li parçayekî din îdiaya serokatî neke. Bes bibe alîkar. Serokê her beşekê jî ji hevûdu re rêzdar bin. Partiyên her parçeyekê jî ji hev re rêzdar û alîkar bin.

Wek tê zanîn Komara Kurdistanê ya Mehabadê, bi qerektera xwe hemû kurdistaniyan temsîl dikir. Lê hezar mixabin temenê wê dirêj nebû. Mele Mistefa Barzanî û hevalên xwe bi îzina Serokkomarê Kurdistanê Qadi Mihemed, biryar dan ku derbasî Yekîtiya Sovyetan bibin.

Dema ku kolonyalîstên Îranî êrişî Kurdistanê dikin, ew ji Qadî Mihamed daxwaz dike ku li ber xwe bide û xwe teslîmî kolonyalîstên bê behdên farisî neke. Lê Qadi Mihemed biryar dide ku bi gelê xwe re bimîne û Mele Mistefa Barzanî jî, ji biryara wî û serokatiya Komara Kuırdistanê re rêz digre.

Qadî Mihemed dema biryara mayînê dide, Ala Kurdistanê jî wek emanetekê teslîmî Mele Mistefa Barzanî dike. Mele Mistefa Barzanî Ala Kurdistanê ji bona ku biparêzê her fedekariyê dike.

Mele Mistefa Barzanî bi xwe jî biryar digre ku biçe Yekîtiya Sovyetê. Piştî ev biryara xwe, 500 hevalên xwe ve, bi leşkerên Îranê, Tirkiyeyê û Iraqê re şer dike, encama meşake dirêj derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.

Mele Mistefa Berzanî, li Yekîtiya Sovyetê jî, jiyaneke gelek zehmet û dijwar derbas dike. Li Sovyetê jî bona mafên xwe û hevalên xwe dikeve nav çalakiyan. Ji bona ku bi serokatiya Yekîtiya Sovyetê û bi Stalîn re hevûdîtin bike, li Moskovayê çalakî çê dike; rûniştinê dike û grêwa birçibûnê pêk tîne. Di helwest û daxwaza xwe de jî bi serdikeve.
Dema ew li Yekîtiya Sovyetan e, Partiya Demokrat ya Kurdistan a Iraqê di sala 1946 an de ava dibe.

Mele Mistefa Barzanî, dibe serokê partiyê.

Vegera Mele Mistefa Ji Yekîtiya Sovyetan û Şoreşa îlonê û Qezençkirina Otonomiyê…

Mele Mistefa Barzanî, di sala 1958-an de dema ku desthilatdarî li Iraqê tê guhertin, hîç tiştekî nafikire di ser riya Misirê re, piştî hevûdîtina serokê ereban Nasir vedigere Iraqê. Lewra hikûmeta nû gaziyê wî dike. Ew were di avakirina Iraqê de rol bilîze.

Hatina Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, xwediyê wateyek mezin bû. Ew vegera wan serkeftina miletê kurd û PDK a li Iraqê û Serokê Kurdistanê û hevalên wî bû.

Vegere Mele Mistefa Barzanî li ser tevgera milî ya hemû parçeyên Kurdistanê tesîrek mezin kir. Li Bakûrê Kurdistanê hewildana milî ya sala 1959an encama vegera Melel Mistefa Barzanî pêk hat. Pêvajoyek milî ya nû li Bakûrê Kurdistanê dest pê kir.

Li Iraqê piştî ku desthilatdarî hat gûhertin, Qanûna Bingehîn (Makezaga) ya nû hat pejirandin. Di makezagonê hat qebûl kirin ku Iraq ji du miletan, miletê kurd û ereb pêk tê. Kurd dê welatê xwe birêvebibin. Encama vê makezagonê PDK a li Iraqê li Baxdaê kongreya xwe di sala 1959an de çêkir, bû partiyek yasayî.

Gorî makezagona diviya bû ku dewleta nû ya Iraqê bi destê kurdan û ereban, bi destên dezgeh û berpirsiyarên wan ava biba.

Hezar mixabin desthilatdariya Iraqê, piştî ku xwe xûrt kir û lingên xwe da erdê, êrişî kurdan kirin. Mele Mistefa Barzanî jî, di Îlona 1961-an de dest bi şoreşê kir.

Şoreşa Kurdistanê gelek serkeftî bû. Lê bes di nav PDKê de beşbûn (1964) pêk hat. Hezar mixabin vê beşbûnê zerarek mezin da şoreşê. Tiştê xerab ew bû ku di sala 1966-an de şerê birakûjî çê bû.

Lê dîsa jî ev şoreşa kurdan ya di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de dimeşiya, di sala 1970-yî de encam da. Desthilatdariya Iraqê û rejîma baasê mecbûr bû ku li Kurdistanê Otonomî/Hûkmî Zatî ava bibe.

Ev têkoşîna neteweya kurd di bin serokatiya wî de di 11-ê Adara 1970-yî de bi Otonomiya Kurdistanê taceser bû.

Neteweya kurd pêşî de facto û pişt re jî hiqûqên û bi pejirandina Mekezagoneke nû, bi Peymana 11ê Adar a 1970yî bû desthilatdar.

Mele Mistefa Barzanî jî, bi xebat û têkoşîna xwe, bî edalet û tewazûbûyina xwe serokatiya xwe tescil kir.

Otonomiya Kurdistanê bi desthilatdarî û hêza xwe ya pêşmergeyan nîv dewletek serbixwe bû.

Mele Mistefa Barzanî û Şerê 1974an…

Lê bi Peymana 11 Adar a 1971-an, pirsa Kerkûkê nehat çareser kirin, biryar hat girtin ku pirsa Kerkûkê bi plebîsîtê çareser bibe.

Plebîsîta Kerkûkê jî dê di sala 1974-an de bihata li dar xistin. Ji bona referandûmê diviya bû ku amadekarî bê kirin. Hikûmeta navendî ev yeka nekir.

Helwesta xerabtir jî hikumeta navendî ya Iraqê ji bona ku Plebîsîta/ Referandûma Kerkûkê encam nede, dest bi provakasyonan kir û çend caran xwest ku serok Barzanî bikuje, lê bi serneket.

Di encamê de girêdayî pirsa Kerkûkê di sala 1974-an de di navbeyna Otonomiya Kurdistanê û Hikumeta Nevandî ya Iraqê de şer dest pê kir. Neteweya kurd û serokê wê Mele Mistefa Barzanî, encama Peymana Cezayîrê, xiyaneta Îranê û DYA-yê şer wenda kir.

Mele Mistefa Barzanî bi kitleyek mezin ya kurd re mecbûr bû ku li Îranê bijî. Ew tade û qehir jî, bû sedem ku bi naxweşiya qanserê bikeve û jiyana xwe wenda bike.

Dema ku di nexweşiya xwe de li DYA-yê ma, zehmetiyên mezin kişand û li wir çû ser dilovaniya xwe.

Mele Mistefa Barzanî û Awayê Serokatiya Wî û Demokrasî…

Mele Mistefa Barzanî ne bes serokê Başûrê Kurdistanê bû. Li hemû parçayên Kurdistanê miletê kurd ew wek serokekî milî nas dikir.

Ew di heman dem de serokekî navneteweyî bû. Dinyayê kurd bi wî dinasîn.

Ew bi xwe şervan bû.

Ew bi xwe raste rast beşdarî şer dibû.

Ew bi xwe pêşmerge bû. Her dem li gel hevalên xwe li dijî rejîma baasê têkoşîn dimeşand.

Wî di serokatiya xwe de temsîla exlaqek bilind, civakî, olî dikir.

Wî serokatiya xwe gor tawsiyeyên Şêx Ehmed yanî Biramezinê xwe ku min li rêzên jorî diyar kir, dimeşand.

Mele Mistefa Barzanî, kevneşopiya Şêx Ûbeydûllah Nehrî, Mîr Bedîrxan, Şêx Abdulselam Barzanî, Şêx Mehmud Berzencî, Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî, Seyîd Rizayê Dersîmî, Qadî Mihemed bû.

Ew bû sedem ku ev kevneşopiya milî domdar be û bibe Dewleta Federe ya Kurdistanê.

Ew, bi hemû çîn û tebeqeyên civakî re li hev kirî bû. Loma jî kesekî demokrat bû.

Ji bona vê yekê jî piştî şerê cihan yê 2emîn demokrasî eciband û helwesta xwe li cem dinyaya rojava diyar kir.

Ew kesekî aşîtîxwaz û girêdayî qeyîdeya/pîvana xweparastinê bû. Êrişker nebû.

Mele Mistefa Barzanî xwediyê jiyanek û têkoşîneke taybet bû.

Mele Mistefa Barzanî ji bona tarza jiyan û têkoşîna xwe wusa dibêje:

“Dema ku ez hîn 10-12 salî bûm, min wateya azadiyê û edaletê fahm nekiri bû. Li kolanan hevokên/peyvên ku me wek stranan guhdar dikir ku ew jî pîvanên azadî, edalet, wekhevî, biratî bû. Bes me ew jêber kiribûn. Me ev peyvan wek stranekê dizanî. Loma jî me li kolanan ev peyvan wek stranekê dianî ser zimên. Wê demê di esil de li ser navê peyva azadiyê, azadiyê mirovan dihat sînor kirin û tune kirin. Di bin siya peyva edaletê de, mirov keyfî û nehiqûqî dihatin îdam kirin. Di bin peyva wekheviyê de, zumreyek dihat parastin, zumreyek jî di hapisxaneyan de çile û zûlum dikşand. Bi taybetî jî di bin siya peyva biratiyê de, bira bira dikûşt. Belê min di vê atmosfer û dîmênê de jiyan kiribû. Min di van şertan de çavên xwe ji jiyanê re vekirî bû. Min di van dimenê de di hapisxaneyê de şîrê dayika xwe vexwar. Di van şertan de min cesede birayê xwe yê mezin Şêx Abdulselam Barzanî yê ku li ber deriyê Mûsûlê hatibû daliqandin temaşa kir. Ez wê roja baş bîr tînim. Wê rojê germek gelek zêde hebû ku mirov dişewitand. Cemahîreke mezin û kitleyeke girseyî bi hev re ber bi ciyê birayê min û hevalên wî ku hatibûn darvekirin, diherikî. Pêşiyê em reviyan. Em ber bi çiyan û giran û bayiran reviyan. Lê wê rojê ez bi çend hevalên xwe ve ketin nav ew kîtleya girseyî û ji bona ku em cesede birayên xwe bibînin, em çûn. Di we demê û dîrokê de kesî texmîn nedikir ku Silêmanê Nazîf vî karî bike. Li hemberî vê bêedaletiyê gelê çi bikira? Ez li ser qantirekê her deqîqeyekê birayê xwe difikirîm. Cesedê birayê min yê hatibû daliqandin, ji ber çavên min nediçû. Min aqlê xwe yê biçûk digot ku ‘mirov ji bona ku neheq naye darvekirin, divê li çiyan û di nav daristan de ji aliyê gûran de bê perçiqandin dê baştir bibe.’ Wê demê min biryar girt ku ez dê hîç demekê nekevim hepisxaneyê. Biryara min ew bû ku, ezê bimirim, ezê parçe parçe bibim, birevim, lê ez dê nekevim zîndanan. Ezê di destê waliyekî wek Silêman Nazîf yê xaddar de can nedim. Min bi vî felsefeyê dest bi jiyanê kir. Min got ku mirin heye lê teslîmbûn tune ye! Mirin heye lê ketina hepisxaneyê tune ye! Ji bona vê yekê jî yek çareyek hebû, ew çare jî li çiyan mayîn e û li wir jiyan domandin e.”

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Diyar-î Bekîr, 2ê Adara 2016an

Çavkanî:

Mesûd Barzanî, Pirtûka wî “Barzanî û Tevgera Azadî û neteweyî ya Kurd”.

Zaman Kurdî

About The Author