Dixwazin wan têxin kê?

Şifêrê Otobozê

Van çend salên dawîn li Tirkîyê sosret û babelotên kesanedî çêdibin. Bi taybet di warê dîn û ola îslamê de dê weledê xwe davêje û ji her serîyekî dengek derdikeve. Êdî qurana pîroz di destê alim û qaşo oldarên Tirkîyê de bûye wek lîztika zarokan û herkes li gor berjewendîya xwe bi kar tîne, herkes ji bo kêfa kîrê xwe ditefsirîne.

Dezgeha Diyaneta Tirkîyê rewş anîye wê astê ku êdî bav karibin bi keçên xwe re zinê bikin û dê jî karibin kurên xwe bera ser xwe bidin.

Naûz û bîllah ji destê van oldarên sextekar û tarikselat re!

Ê helbet ev tenê di gotinê de namîne. Kîrperestî û jinhezîya wan dolheram û sextekaran şewqa xwe dide her tiştî. Mizgeft û camîyên ku qaşo mala xwedê û îbadetxaneyên xwedê bûn, ji van tarikselatan re bûne hêlîna zinê û zinêkarîyê. Bûne hêlîna seks û kîrperestîyê mixabin.

Ê de ji xwe re li minareyên wan û li hunera wan dolheraman binerin. Binerin bê çi tolaz û zinêkar in. Binerin bê çawa kîrê mizgeftan gîhandine ber perê ezmanan. Bêbavan kîrminareyên ewqasî dirêj û qalind çêkirine ku ji fûzeyên Amerîka û Rûsyayê jî mezintir in. Û tew berê wan kîrminareyan jî dane ezmên kuro. Bi taybet di dema hikûmeta AKP de ev zîtirkên bergîlkî zêde bûne. Îcar wê li axretê ew û dozgerên roja qiyametê çi bînin serê hev, wê kî van minareyên wek kîrê kerê têxe kê, ez jî nizanim wesselam…

Li gor melayîketên ezmanê heftan dibêjin, piştî ku horî û nermik û germikên bihuştê çav li van kîrminareyên Tirkan ketine, êdî xewa şevan li wan herimî ye, ziravqetandî bûne û hew wêrin li ezmên bigerin.

Ya rebbî tu me bisitirîne!

About The Author