Niyazê ji kê re dikin?

Cilêtçî Mihê

Piştî ku li Sûr a Amedê, Cizîrê, Nisêbîn, Silopî, Şernex û Hezexê siyaseta xendekan îflas kir û li pataxê ket, malik li Kurdan viritî û per perîşan bûn. Ne xanî man, ne can û mal. Kurdên xwelîser dîsa bûn parsekên siyaseta şaş û kêfa dijminan li wan hat. Dibêjin: „Heçê ne li şer re şêr e“. Helbet ji bo çawîş û başçawîşên HDP û generalên Kantona Qendîlê ne xem e. Kurd mirine, malên wan herifî ne, bê mal û bê xanî mane, birçî û tazî mane, qet ne xem e. Ji xwe ne wilo be wê nikaribin siyaseta xwe bidomînin û li ser xwîna Kurdan biçêrin. Wek çend kesên Amedî ku bi vîdeo di çapemenîyê de digotin: „Ji wan re ne xem e. Yên tên kujtin em in, yên tên kujtin zarokên me ne, yên xirab dibin malên me ne. Lê ew li Enqerê kêfa li ser kêfê dikin, ne zarokên wan tên kujtin, ne birçî û tazî dimînin. Heke ewqasî mêr in û birastî dilşewatên me ne, bela kerem bikin bên nava şer û ew jî şer bikin hi“ û gellek daxuyanîyên bi vî awayî.

Ewên ku dikirin qîre qîr û pesnê xendek û xweserîyê didan, îro serê wan li kevir ketiye. Êdî pê hisiyane ku Kurd ji wan û siyaseta wan hatine heta bi qirikê û êdî wek berê hew duh didin wan. Ji ber vê jî, îcar dixwazin bi rêya olê bi kesayetîya Kurdan bilîzin û dîsa xwe li ber dilê wan şîrîn bikin. Ji alîyekî generalên Kantona Qendîlê dibêjin: „Me li Cizîrê xeletî kir, me nizanîbû wê dijmin ewqasî bi dijwarî bê ser me, meriv dijminê xwe nas bike jî baş e“ û hêsirên tîmseh û keftaran dibarînin, ji alîyê din Hevserokê Partîya Dewşîrmeyên Tirkîyê HDP Selo Hesintaş jî dibêje: „Heke dewlet dev ji êrîşan berde, tobe em hew xendekan dikolin“ û lavan ji hikûmeta AKP dikin.

Axir…

Dibêjin: „Gava mirina gêrikê (mûrîyê) tê, per û baskên wê çêdibin“. Îcar xuyaye ev jî mesela me û HDP û lotikvanên wê ye. Piştî ku bi bangewazîyên xwe malik li xelkê şewitandin, îcar xwe davêjin tor û bextê olê û tew nimêj jî dikin. Lê xwedê zane di ser nimêjê de çi tînin bîra xwe û çi dua dikin.

Îcar pirsa me ev e gelî lotikvanan:

Gelo xalê me Osman Baydemîr û xalê we Selahattîn Hesintaş ji bo çi sicdê dikin, berê xwe dane ku û kê?

Gelo xwe avêtina tor û bextê ezmanê heftan, dua û niyazê ji xwedê re dikin û gunehên xwe dadiweşînin, yan xwe avêtine tor û bextê Kantona Qendîlê û dua û sicdê ji generalên Qendîlê re dikin?

Erêêêêêê erê xalê Osman!
Erêêêê erê law Selo heval!

Dawet ferikî û berbûk hetikî babam.

Êdî ne nimêja we fêde dike, ne jî dua û sicdeya we allahwekîl…

Xançepek / Amed

hdp nimej

About The Author