Femînîzm, Versiyoneke Mê ya Feodalîzmê ye!

Devliken Kelogirî

Şanoya Nîvcomayî:
Lîstik: Feminîgenîzm
Mijar: Belengazî
Lîstikvan: Tevgera Ciwanên Kurd
Cîh: Kurd-Kav
Kostum: Kirasê Enternasyonalîst
Aksesuar: Xwelîserî

Sê jin..
Na na.
Sê jinemêr…
Niçç!
Ev jî nebû.

Sê reb wek sê gardiyanên hefsê rep rûniştibûn li pişt maseya enternasyonalîst. Ji awirên wan xezeb difûriya; xezeb ji wê xezeba mêr ku her civak pê aciz…

Heyştê adarê anku roja jinan bû.

Sê jin, sê jinên ji bilî kurdbûnê her reng û her netew, bi sekneke enternasyonalîst li hember temaşevanan rûniştibûn. Têbiniyên wan li ber wan, mîna elokên xîlik daliqiyayî li benda gotara xwe bûn. Temaşevan jî wek hefsiyan li hember wan bêdeng sekinîbûn. Ji bavê temaşevanan zêde bû xwe tevbidana û deng ji wan derketa. Bi awirên xwe qudûmê temaşevanan dişkenandin.

Reba ewil anku gardiyana ewil kuxiya û bi tirkî dest bi gotara xwe kir;

“Hevalino! Hûn hemû bi xêr hatine. Wek hûn zanin îroj roja jinan e. Di destpêkê de ez ê ji were bi kurtî qala dîrokçeya vê rojê bikim…” û bû qebeqeba wê. Ji Clara Zetkîn dest pê kir di Roza Luxembûrge re derket. Piştî qonaxa cîhanê, vegeriya Tirkiyeyê. Lê ji ber ku aliyê wê yî xwelîserî, bibore enternasyonalî bi çargav dibeziya, ji dêvla bibêje li Tirkiyeyê go li welatê me. Temaşevanek veciniqî û di ciyê xwe de pengiz bû. Heya wê kêliyê jî xewekê girtibû ser çavên wî, nizanîbû li ku dixe û di ku re derdixe. Lê wexta di şûna Tirkiyeyê de go welatê min, zingînî ji serê temaşevên hat û bêhemdê xwe go “Çiii? Welatê min?”

Jinemêrê, bibore reba wek gardiyanên hefsê rep sekinîbû, bi berteka temaşevên zêde aciz bû û rapelikî nav çavê wî.

“Hevalino, ji kerema xwe re zimanê xwe di xwe kin û nepeyivin. Ev ne roja Kurdistanê ye. Ev roj roja jinan e û em li ser pirsgirêkên jinan dipeyivin. Di her panelê de hûn weha dikin. Îmana min ji vî tebhê we yî genî dihere. Armanca we provakasyon e. Hûn provakasyonê dikin.”

Lê wê xanima ku rapelikî nav çavê temaşevên û go ev roj ne roja Kurdistanê ye, roja jinan e û em li ser pirsgirêkên jinan dipeyivin, ji xêndî jinên kurd qala jinên her netewê dikir. Mesela vê xanimê qala Leyla Qasim, Leyla Zana, Sakîne Cansiz, Bêrîtan, jinên kurd ên ji xizanî û belengaziyê bi çol û çeperan ketibûn, ji bo pariyeke nan xwe didan û jinên êzdî yên ku muslimanên fahş ew hêsîr girtibûn û difirotin, nekiribû. Navên Clara Zetkîn, Roza Luxembûr, Vîrîgînia Woolf û Ozgecan Aslan ji navên kurdan xweştir di guhan de olan dida; lewre ev xanimina xwedan netew û xwedan dewlet bûn. Lê ji ber ev belengazên kurd ne xwedan dewlet bûn û li gorî şert-merc û qeydeyên enternasyonalîzmê neteweke wan tune bû, hewce jî nedikir navên wan were gotin.

Piştî gotara vê xanimê, reba din, bibore gardiyana din dest bi gotara xwe kir. Bi hêrs bû, dixanê di firnikên wê re diavêt.

“Em jin in û em ne mecbûr in ji bo mêran xwe xweşik bikin, xwe makyaj bikin, mûyên xwe rakin û nizanim çi û nizanim çi. Dilê me bixwaze em ê rîh û simbêl jî berdin, dilê me bixwaze em ê pirça bin çengên xwe jî dirêj bikin. Em deve ne, bi serê xwe ne.”

Temaşevanekî xwe ranegirt û rabû ser xwe, go; “Jin narîn û nazenîn in, jin kubar û şêrîn in, jin hunerî û estetîk in. Wek mêran bertekê nedin. Li we nayê.

Aciz bûn û ji wan a herî feminîstgenî go; “Ev gotinên te bixwe jî heqaret in li jinê. Tu çima kirasekî li jinê dikî? Jin ne mecbûr e, narîn û nazenîn bin, jin ne mecbûr in kubar û şêrîn bin, jin ne mecbûr in ji bo hûn dixwazin hunerî û estetîk bin.”

Temaşevên li gotina xwe poşman bû û dêla xwe kir nav şeqên xwe û serê xwe bera ber xwe da, rûnişt. Heya panel bi dawî bû jî serê wî hew ji ber wî rabû.

Dergevanê Feminîzmê:

“Îroj roja jinan e. Ji jinan pê ve kî devê xwe veke, ez ê zimanê wî hilqitînim. Dev ji têgeh mêgehên netewperestî berdin. Di her civînên de hûn weha dikin. Çi kurd, çi tirk, çi ereb, çi faris, çi îngiliz, çi ermen, rengê jinê, netewa jinê tune ye; jin jin e û dieciqe. Bi salan e jin di bin serdestiya mêr de dieciqe. Ev roj roja wan e û tenê ew ê bipeyivin.”

Dengê Bêdengiyê:

“El le le le! Vî serkundirî go roj roja jinan e, lê bi şêwaz û sekna xwe yî mêrane û hişk, feminîst kirin fisinîst…”

Dengê Wijdên:

“Piştî salên heyştê, hişmendî û zîhniyeta apoyî, jin li me kirin mar û ev mar her roj bi jahra xwe me digevizînin. Hêvî diikim ji Yezdan ev zîhniyet ê bi ser nakeve. Yan na, ev jin ê ne jinê bihêlin, ne jî mêr.”
Qîrîna Belengaziyê:

“Xweliya heft gundan li gundekî, xweliya wî gundî jî li serê xwenenasan bibare Rebî!”

Reba din anku gardiyana din xwest bi kurdî tiştina bibêje, lê aliyê wê yî enternasyonalîst zimanê wê bi wê dabû jibîrkirin. Piştî çend hevok qurmiçandin û bi awirekî tûj li temaşevanan nêrî. Ji tirsa wan awiran, rebenên temaşevanan jê re li çepikan xistin.

Kêliyekê bêdengî çêbû. Pişt re dengek û ew deng bû qîrîn. Xofekê salon dîl girt. Panelîst û temaşevanan şaş û metelmayî li hev nêrîn.

Dengê Bêdengiyê:

“Bindestî ne qeder e, ji xwelîseriyê tê…”

Û perdeya dawîn…

Dengê Mejî:

“Pêdiviya kurdan bi şano manoyan tune ye. Jiyîna kurdan bixwe şano ye. Her panelek, her civîneke îdeolojîk, her konferansek bi serê xwe lîstikeke şanoyê ye.

Em kurd pir ecêb in. Berî em bibin xwe em dibin her tişt. Lê em ji bîr dikin ku heya em nebin xwe em ê nikaribin bibin tu tişt.

Jina kurd hîn nebûye jin, hîn xwe nas nekiriye, bi şewba azadî û wekheviyê ketiye. Li hember mêr serî radike. Dema li hembêr mêr serî radike, ji bîr dike ew bixwe jî dibe versiyoneke mêr î din.

Hûn hewl didin pergala mêr hilweşînin…

Hûn hewl didin desthilatiya mêr têk bibin…

Lê hûn bixwe bi nexweşiya desthilatî û serdestiyê dikevin. Heger hûn vê pergalê hilweşînin jî, pergala hûn bînin şûnê, wê ji vê pergalê ne çêtir be.

Azadî, lê azadiyeke xwezanî.

Wekhevî, lê wekheviyeke ne qure û beradayî.

Heya jin xwe nas neke û nebêje ez jin im û bi jinbûna xwe ez heme, ew azadî û wekheviya dibêjin tu carî pêk nayê.”

About The Author