Kê qezenc kir?

Cemîl Cewher

Belê, Sûr aAmedê, Cizîr, Silopî, Şernex, Nisêbîn, Hezex û hinek bajarên din wêran bûn, xelk şerpeze bûn, mirin û derbeder bûn. Bi sedan xort û keç û zarokên me hatin kujtin. Ew jî ne bes bû, îcar xort û keçên me şût û rût kirin û cendekên wan avêtin rastê. Kesên di Sûr a Amedê de mabûn jî şilfî tazî, şût û rût kirin û li pêşberî dinya û alemê piçûk xistin, şexsîyet û kesayetî bi wan re nehiştin. Aha fêde û xêra şerê xendekan ev bû.

Di vê malwêranîya xedar de mixabin artêşên Kurdan (!) li cendekên xuşk û brayên xwe tenê temaşe kirin. Cendekên xort û keçên me ji wan re bû çêra siyasetê û li ser xwîna wan siyaseta xwe ya qirêj kirin. Ne gerîlla, ne pêşmerge û ne jî JPG bo hawara xuşk û brayên xwe ve nehatin. Li hember kujtina wan bêdeng man, ker û lal bûn. Ne deng ji Kantona Qendîlê derket, ne ji Hewlêra paytext û ne jî ji Kartonên Rojava. Kurdên ku ji bakurê Kurdistanê ji bo mirinê û azadkirina Kobanê xwe li sînoran dixistin û canê xwe feda dikirin, îro heman alîkarî ji brayên xwe yên rojava nesitendin.

Başûr ji xwe bi derdê xwe û qrîza nav xwe daketiye, ji pirsgirêkên xwe pê ve tiştekî din nabîne. Rojavayî bi demokratîzekirin û paraztina Sûrîyê û sînorên Sûrîyê daketine. Generalên şikeftên Qendîlê jî her serê du rojan derdikevin pêşberî çapemenîya xwe û dibêjin: „Sûr a Amedê û Cizîrê qezenc kir, AKP wenda kir“. Ji xeynî dijberîya AKP pê ve tu derdekî wan bi artêşa Tirk û polîsên Tirk re nemaye. Ew artêş û polîsên ku bi dehê salan e Kurdan dikujin û dest davêjin namûsa wan, qet nakeve bîra generalên şikeftên Qendîlê. Tu dibê qey ewên ku Kurdan qetil dikin ne artêş û polîsên dewleta Tirk in, lê tenê yên AKP ne.

Ev çi sosret e, çi şorba nîskê ye û çi pelûla germ e ku bi serê me Kurdan de rijiya ye, yan jî hatiye rijandin, ya xweda!

Belê Kurdino, Hevseroka KCK xaltîka we Besê Hozat diqîre û di çapemenîya xwe de dibêje: „Sûr a Amedê û Cizîrê qezenc kir, AKP wenda kir, hehehehehhehheheeh!“ û kêfa xwe li cendekên keç û xortên me tîne.

Belê Kurdino, Sûrê, Cizîrê, Silopî, Şernex, Nisêbîn û Hezexê qezenc kir, AKP û Erdohan wenda kir!?

Bajarên me wêran kirin, me qezenc kir!

Mal û canê me ji me stendin, me qezenc kir!

Namûsa me li ber pîyan çû, me qezenc kir!

Em şerpeze û derbeder bûn, birçî û tazî man, me qezenc kir!

Em koçber bûn û bûn parsekên ber devê derîyên xelkê, me qezenc kir!

Em ketin heps û zindanan, me qezenc kir!

Lê AKP û Erdogan wenda kir.

AKP û Erdogan li ser hikim û desthilatdar in, wan wenda kir!

AKP li gor dilê xwe hespê xwe dibezîne, wê wenda kir!

AKP û Erdogan bûne şahînşahên Tirkîyê, wan wenda kir!

Lê di rastîyê de kê qezenc kir û kê wenda kir hûn zanin?

Besê Hozat û AKP qezenc kir, me Kurdên xwelîser jî wenda kir!

Kantona Qendîlê û AKP qezenc kir, Sûrê, Cizîrê, Silopî, Şernex û Nisêbînê wenda kir!

AKP, PKK, KCK, HDP, PYD, YPG, YNK, Goran û PDK qezenc kir, û me Kurdên bakur wenda kir!

Bi kurt û Kurmancî; Tirkîye, Îran, Sûrî û Iraqê qezenc kir, û kera nîha dêya me Kurdên bakur û xelas!

Kurdistan

sur xort

sur xort2

sur xort3

cizir

cizir2

cizir7

cizir6

About The Author