NEBÎ SILÊMAN Û ÇIL

Nanxwerê Cilqetên

Qayrana aborî li başûrê Kurdistanê çiriyaye û diriyaye. Mamosteyên ku ji bo pêşeroja Kurdistanê mindalan perwerde bikin, dev ji kar berdidin û naçin ser kar. Kuro oxlim, her yek ji we MONÎKAyek di binê we de ye. Çima hûn MONÎKAyên xwe nafroşin baba! Polîsên hatin û çûnê dev ji kar berdidin, trimbêl yan jî sîyara kamyon, piskilêt, ker, hesp, qantir, bi poşan diçin hev, kê kir kê ye ne xema wan e. Yan jî ji xirê wan ve! Li ti welatî min nebihîstiye ku karmendê welêt dev ji kar diberdin. Heger dev ji kar berdin, darê biviran dixin wan û wan dixin lîsta reş û qûnê li wan diçirênin.

Werhasil…

Borîyê petrolê diteqênin, rêya Silopî digirin, bûye Aşura Nebî Nuh. Wilo lê hat ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji partîya xwe dest pê bike. Heyetek çêkir ji bo çaksazîyê ku her endamê partîyê mal û sermaya xwe diyar bike. Berzanî biyar got ku “ ji min dest pê bikin“.

Îcar em werin ser çiroka xwe.

Weke ku hûn tev zanin, Nebî Silêman serokê sererd û binerd ê insan, cin û ajalan bû. Dilê Nebî Silêman ket Belqîza mîra Cinan. Ê evînî ti sînoran nas nake. Fikirî çi bike çi neke, divê surprîzkê çêke. Bi salan xew neket çavê wî, dawî biryar da ku ji pirtikê teyrikan doşekekê ji Belqîzê re çêkê, ku êvaran li ser bi efra herin hev û lotikan bavêjin. Emir dan teyrikan ku pirtikên xwe ji xwe bikin, xwe bipirtikênin ji bo doşeka Belqîzê. Teyrikan guhê xwe nedan Nebî Silêman, xwe kerr kirin. Lê yek teyr hebû ku biryara Nebî Silêman bi cî bîne. Ew jî çil bû. Berî herkesî çû pirtikên xwe ji xwe kirin. Ê ma cin disekinin, xeber dan Belqîzê û surprîza Nebî Silêman jê re gotin. Gotin ku wê teyrikan teva bipirtikêne ji bo doşeka te. Dilê Belqîzê bi teyrikan şewitî ku çawa wê ew teyrik karibin xwe ji germê û sermayê biparêzin. Got: „Ez wê doşeka pirtikî navêm (baxwazim)“ û red kir. Lê çil bê pirtik ma.

Îcar mesela me û rewşa başûrê Kurdistanê jî ev e. Ez ditirsim diz, bertîlxur û gendelên başûr kek Mesûd jî wek çilê bipirtikênin û per û baskên wî bişkînin allahwekîl.

Ez hêvî dikim ku wek çilê li kek Mesûd neyê wesselam..

Pîrmam

About The Author