HBDH li me zêde bû, wey bavooooo!

Sofî Xelef

Belê, Halklarin Birleşîk Devrim Hareketî kêm mabû, wa ew jî li me zêde bû. Yanî, zêdebûna ser kezebê ha.

PKK a ku li ser nav û xwîna Kurdan dide lotikan, çi hikmet be bi rêxistin û partîyên Kurdan re yekîtîyê çênake û wan wek dijmin dibîne. Lê ku mesele tê ser qûnbigûyên Tirkan, bi hev dibin şîr û şekir û bi hev re dizeliqin. Ne tenê bi hev, herweha li Kurdan ve jî zdizeliqin. Bingeh Kurd, lê serî Tirk in. Yên tên kujtin Kurd, lê yên dijîn Tirk in. Yên mal û bajarên wan dişewitin Kurd, lê yên ku di jiyanek xweş de dijîn Tirk in. Yanî, xelklerên li hember kujtin û wêrankirina Kurd û Kurdistanê bêdeng û dilxweş in, bi saya serê Kurdên xwelîser kêfa li ser kêfê dikin wesselam.

Axir..

Dibêjin li Kantona Qendîlê Halklarin Birleşîk Devrim Hareketi (HBDH) – Tevgera Yekgirtîya Şoreşa Xelkê hatiye avakirin û li Kantona Qendîlê dê weledê xwe avêtiye. Ev yekîtîya qerase bi def û zirne, bi slogan û stranên wek „Xelklerin Gumburtusu“ û „Oynama Şiqidim şiqidim“ hatiye pîrozkirin.

Li gor tê gotin, ev yekîtîya qerase ji van rêxistin û partîyên Tirkoleran pêk hatiye:

1-PKK
2-TKP/ML
3-THKP-C
4-MLSPB
5-MKP
6-TKEP-LENİNİST
7-TİKB
8-DKP
9-DEVRİMCİ KARARGAH
10- MLKP

Ev rêxistin û partîyên ku nikarin jin û zarokên xwe jî bikin şoreşger û her yek ji wan belkî çend mirîdên wan hene, dixwazin li Tirkîyê û Kurdistanê qaşo şoreşa xelkleran pêk bînin û tofanê bi serê hikûmeta AKP de bînin. Ev rêxistinên ku hemûyên wan çep û repên Tirkan in û bekçî û parêzerên sînorên dewleta Tirk in, yanî temamê wan Kemalîst in, bêguman parêzerên yek al, yek dewlet, yek milletên Tirkîyê ne. Tu derdê wan û têkbirina dewletê nîne, tu derdê wan û avakirina Kurdistanek serbixwe nîne, ew jî wek hevallerên me tenê li dijî AKP ne. Yanî, beroş û qapaxê hevdu dîtine û wê di wê beroşê de li gor dilê xwe û li dijî Kurd û Kurdistanê şorba xwe bikelînin.

Ez serê we û HBDH neêşînim, Tirkên ku bi kêrî xwe û şoreşa Tirkîyê nayên û nikarin hikim li jinên xwe jî bikin, wê bi saya serê PKK û hevallerên me li ser ked û xwîna keç û xortên Kurdan biçêrin û kabên xwe bavêjin.

Êh, werin kêfa li ser kêfê!

Ma heta go kerên mîna me Kurdên xwelîser hebin, çima wê zarok û çêlîkên Kemalîst xelkleran li me siwar neyên babam!

Ê de li ser xêrê be rebbî…

HBDH li Kurdên xwelîser û li Tirkên kurtanker pîroz û bimbarek be û xelas..

About The Author