Serhildana Qamişlo

Bazê Qendîlê

Ev meha Adarê ye

Bêhna gula yarê ye

Lê ne wek hercarê ye

Li bajarê Qamişlo

Dengê serhildanê ye

Navê berxwedanê ye

Lehya vê buharê ye

Li bajarê Qamişlo

Ma ta kengî bindestî

Edî kêr giha hestî

Serê dijmin şikestî

Li bajarê Qamişlo

Ev çend sal in ku neyar

Em kurd hiştine bê par

Ica vaye bû hawar

Li bajarê Qamişlo

Ev rêjîmek xwînmij e

Bê maf kurdan dikuje

Lewra îro baguj e

Li bajarê Qamişlo

Qamişloka rengîn e

Ji bo me kurda jîn e

Dilê me tev bi xwîn e

Li ser şarê Qamişlo

Ev rêjîma bêhn genî

Rû qirêj û tev tenî

Wa hilweşî ji binî

Li bajarê Qamişlo

Ma çiqas dil bi kîn in

Ku navê me dixwînin

Va em wana dibînin

Li bajarê Qamişlo

Bi tank û top û leşker

Di çav wan de timî şer

Va disotin hişk û ter

Li bajarê Qamişlo

Lê lehiya me kurdan

Ji her bajar û gundan

Bi xum-xum û bi dengdan

Tê hewara Qamişlo

Dawiya nokeran e

Fasişt û zorkeran e

Kurên wan mêkeran e

Li bajarê Qamişlo

Ji bo Şehîd aferîn !

Berxwedanê dike jîn !

Dibe dil û dibe vîn !

Li bajarê Qamişlo.

Kurdistan

About The Author