Olga di kodika bapîrê xwe de rît

Kevîn Kurdson

Ji berê de dibêjin: „Ji dê û bava dikevin hemi hawa“. Ji dê û bavên qenc zarokên xirab çêdibin û ji dê û bavên xirab jî zarokên baş û çê çêdibin. Xuyaye ev jî mesela me û Stalîn û nevîya wî ye.

Keça Stalîn Svetlana Alliluyeva antî kominîst bû û li dijî bavê xwe Stalîn bû. Ji ber vê jî, koçî Amerîkayê kiribû û bi qeraseyê zilaman Wîllîam Peters re zewicî bû. Di 1973an de keçek ji Swetlana re çêdibe, yanî torina Stalîn çêdibe, û navê wê dikin Olga Peters. Piştre Olga bi navê Chrese Evans tê naskirin, dibe keçek tewşo mewşo û çeka kuçe û kolanan.

Heçê Olga Peters (Chrese Evans) dibîne, bawer nake ku nevîya (torina) Stalîn e. Gava Stalînê ku dinya dihejand û nevîya wî Olga tînin ber hev, bawer nakin û tiştek nakeve serê wan. Wek hûn cêrek ava cemidî bi serê wan dakin, ji darekê dikevin.

De ka li nevîya Stalîn (rehma xwedê ne lê be, tofanek ecêb anîbû serê Kurdên Sowyetê) binerin bê çi dikeve serê we.

Amerîka

stalin torun2

stalin torun3

About The Author