Mrz 16, 2016

    Yasînê me berê xwe da kongreya giştî

    • by Lotikxane
    • 3 Years ago
    • Kadîn
    • 368 Views
    • 0

    Tacdîn Baran

    Axayê eşîreta Bûbilanîyan, siyasetmedar û lotikvanê Kurd Yasîn Kut, lotikek qerase avêt û di Partîya Die Linke (Partîya Çep a Alman) de wek Nûnerê Kongreya Giştî hat hilbijartin.

    Di civîna berfireh a partîya Die Linke de, ku di 13.03.2016an de li bajarê Olpe hatibû lidarxistin, endamên Die Linke yên pênc(5) herêmên Almanya civîyan. Di vê civîna germik û nermik de xalê me Yasîn Kut û çend hevalên xwe wek delegeyên Kongreya Giştî hatin hilbijartin. Bi vî awayî xalê me Yasîn Kut wek delegeyê eyaleta Sud.Westfalen wê berê xwe bide Gongreya Giştî ya Partîya Die Linke û wê di Kongreya Giştî de dest bi lotik û motikên qerase bike. Kongreya Giştî ya Partîya Die Linke wê di 28-29.05.2016an de li bajarê Magdeburg ê çêbibe û wê dê weledê xwe bavêje.

    Axir…

    Ez serê we û xalê xwe Yasîn Kut neêşînim, xalê me Yasîn Kut ji roja ku hatiye Almanyayê ketiye nava siyaseta Almanya û di nav Partîya Die Linke (Partîya Çep) de lotikên bi xêr û bêr davêje, rûyê me Kurdan û bi taybet jî rûyê eşîreta Bûbilanîyan spî dike. Xalê me Yasîn Kut bi ked û xebata xwe di nav partîya xwe de di ast û meqamên girîng de cîh digire. Bi encama ked û xebata xwe îro bûye delegeyê Kongreya Giştî û xwedê zane çi li pêşîya wî ye. Belkî di kongreyê de kursîyek germik û nermik bidest bixe û
    terfî jî bike.

    Ê de ma xwedê û Şêx Pîrkemalê Gundê Zorava!

    Xwedê bikim xalê me Yasîn Kut di Kongreya Giştî ya Die Linke de bibe xwedî meqam û karibe zêdetir xizmeta Kurd û Kurdistanê bike.

    Em wek endamên eşîreta Bûbilanîyan û wek sîxur û mîxurên eşîreta Lotikxanê li pişta axayê xwe Yasîn Kut in û xelas…

    Almanya

    yasin

    yasin3

    • facebook
    • googleplus
    • twitter
    • linkedin
    • linkedin
    Previous «
    Next »

    Schreibe einen Kommentar

    Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht.

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    %d Bloggern gefällt das: