Demokratîk Memo, demokratîk aşxane

Çaqmaq Nûrî

Li Almanya, li bajarê Koln ê, aşxane û restorantek Kurdan heye. Taybetmendîya vê restorantê ev e ku her tiştê wê demokratîk e. Ji serî heta binî, kêr, kevçî, çetel, beroş û sênî, hema bêjin her tiştê wê demokratîk e. Û hinek ji wan jî helbet ekolojîk in.

Ne tenê xwedî, xebatkar û aşçî (aşpêj), herweha mişterîyên wê jî pir demokrat û demokratîk in. Tew ji xwe hinek mişterîyên wê hene, nayê gotin. Hem demokratîk in, hem ekolojîk in, hem jî germik û nermik in. Yanî homo û momo ne, zêde demokratîk in.

Axir…

Aşçîyê me Memo ji Kantona bajarê Konyayê ye. Kurdekî sempatîk e, Kurdperwer e, devlikevn û xwînşîrîn e. Tenê kêmasîyek wî heye ku ew jî, di mala bavê de maye, azib e û ji xwe re li jinek Kurd digere ku pê re bizewice. Û Memoyê me xistiye serê xwe, çavê xwe berdaye Mêrdînîyan û dixwaze bibe zavayê wan. Zewaca bi keç yan jinek Mêrdînî re jê re bûye hisreta dil. Memoyê me 37 salî ye, li ser kemla xwe ye û qeraseyekî zilama ye.

Memoyê me, yanî demokratîk Memo, alîgir û sempatîzanê PKK ye. Gava xwarinê çêdike jî sloganan davêje û restorant ji hinera sloganên wî diheje. Ew alîgirê xeta PKK ye, ez jî alîgirê xeta PDK me. Karmendê me, ango xwedîyê restorantê Seyidxan Tekîn jî Bêrtî ye. Xortekî sempatîk, devliken û Kurdekî baş e. Ew jî demokratîk e. Patronê me Seyidxan, yanî demokratîk Seyidxan, carna dikeve kirrê demokratîk Memo. Ji qazî ve PKK rexne dike ji bo ku demokratîk Memo aciz bibe û biaxive. Ez û wî jî carna lotikan li hev dixin, ez PKK û ew jî PDK rexne dike. Lê em ji hev aciz nabin, ji ber armanca me herduyan jî yek e. Armanca me ne dijminatî, lê rexnekirinek demokratîk e.

Werhasil…

Me go her tiştê vê aşxaneyê demokratîk e. Navê restorantê Tek-în e. Li bajarê Koln ê, di hindurê pasajekê de ye. Heçê xwarina vê aşxaneyê bixwe û ava wê vexwe, yekser dibe demokratîk û ekolojîk. Tew ji xwe xwarina ku demokratîk Memo çêdike, nayê gotin. Demokratîkbûn jê ji xwarinên wî difûre.Tew ji xwe şorbeya ku çêdike, yanî şorba nîskê, sedî sed demokratîk û ekolojîk e.

Ez serê we neêşînim gelî xwendevanan, heçê bixwaze zikê xwe tije xwarinên demokratîk û ekolojîk bike, bela bê demokratîk restoranta demokratîk Seyidxan û xwarinên demokratîk Memo bixwe.

Û ji bîr nekin qurban. Bi xêra dê û bavê xwe, ji bo xwedê û pêxember, keç yan jinek Kurd ji Memoyê me re bibînin da ku em destmalek demokratîk li serê wî bigerînin û wî bizewicînin. Bi allahwekîl hûnê rasterast berê xwe bidin bihuştê..

Navnîşana vê aşxaneya demokratîk ev e:

Breite str 80-90
50667 Koln

20160318_104036

20160318_103911

20160318_103843

20160318_143547

IMG-20160318-WA0016

IMG-20160318-WA0014

IMG-20160318-WA0018

About The Author