Qûna wan qûna mirîşkê ye, hewl didin hêka betê bikin

Devliken Kelogirî

Qûna wan qûna mirîşkê ye, hewl didin hêka betê bikin.
De xalo!
De xalo!
Çemê çetelê de xalo
Çemê çetelê çemekî sar e xalo…
PAK!
Em karin wek paqijiyê jî fêhm bikin, lê na.
PAK!
P-Partî…
A-Azadî…
K-KURDISTAN…
Sînemê sînemê
Stara rebê alêmê
Serê memikê wê xweş e
Binê wan deqdeqî ne
Ez ne parsekê nan û kurtêlan im, lê…
Ez parsekê kurmanciyê me.
Min dosyayek amade kir û min xwest bikim kitêb.
Kiteba zûgotinokan.
Te dî hûn zanin, kurmancî li ber sekratê ye û em belengaz û dînên bêqil jî şowaltiya vî zimanî dikin, da ev zimanê ku „em“ heq nakin nemire. Ev kitêb jî ji bo kesên bixwazin hînî kurdî bibin û herweha ji bo derplêdan-dîksiyona wan wê bi kêr bê.
Lê ne tucar im, ne jî wexta tucariya vî zimanî ye, loma jî min xwest bi alîkarî-desteka „PAK“ê vê kitêbê çap bikim.
Gulê kesk û sor û zer e
Nîşana alê li ser e
Êdî reng spî û gewher e
Şêrîn û peymana minê
Min go canik û camêran doza Kurdistanekê dikin, lê hîn nikarin xwe bidin ber barê kitêbeke kurdî ku her endamekî/e wê, di şevekê de kare qasî çapkirina du kitêban xerç bike û dikin jî…
Ez dilgêşê can im
Dengbêj im tembûrvan im
Leşker im şoreşvan im
Roja cengê şervan im
Hoo hevalino!
Esas û bingeha Kurdistanê KURDÎ ye, KURDÎ…
Haa!
Heger hûn ê bibêjin em ê bêyî kurdî Kurdistanê ava bikin, heqê kesî li we tune ye.
Lê heqê her kesî heye ji we re bibêje;
Erda Kurdistanê şematokî ye, lê neçerixeeeee, xalooo…
Doza Kurdistanê naşibe civîn, konferans, kokteyl û şîvên li hotelên çar-pênc stêrk „welatperwer“ino!
Bi van quretiyên xwe yên vala, heger hûn welatekî ava bikin jî, ne bawer im lê heger hûn ava bikin jî, ew welat ê ne Kurdistan be.
Heyfa KURDÎ ku hûn pê megalomantiyê dikin.

partiya_azadiya_kurdistane

About The Author