Sînemê Sînemê stara xelk û alemê!

Elî Efrînî

Belê, çawa ku cin ji hesin ditirsin, hinek Kurd jî ewqasî ji Kurdistan û serxwebûna Kurdistanê ditirsin. Navê Kurdistanê alerjîyê bi wan re çêdike û bûne berdevkê xelkên din. Dev ji netew-dewletbûna Kurdan berdane, lê di bin nîrên netew-dewletên din de bi rehetî karin bijîn. Yanî, hinek Kurdên me mixabin ji xelkê re hêkan dikin, û ji Kurdan re jî zelqên qazê dikin.

Axir…

Li ser bextê fitne û fesadên Ewrûpayê be, dibêjin Nûnera Rêveberîya Xweser a Ewrûpayê (rêveberîya ku ji alîyê PYD û TEV-DEM ê ve hatiya avakirin) xaltîka me Sînem Mihemed jî lotikek li Kurdistanê xistiye û wek Xetîb Şaqşaq Kurdistan avêtiye teneka zibil. Sînem xanim efendî gotiye: „Ez bi serê bav û brayên xwe yên Ereb, Çeçen, Turkmen, Aşûrî û Suryanî kim, federasyona ku em dixwazin ava bikin ne wek a başûrê Kurdistanê ye. Federasyona li başûrê Kurdistanê li ser cografîyek (erdnîgarîyek) taybet hatiye avakirin, lê ya me ne wiha ye, ne li ser yek cografîyê ye. Li ser wê cografîyê gelên din jî hene, yanî rojavayê Kurdistanê ne tenê ya Kurdan e. Tiştek bi navê rojavayê Kurdistanê yan jî Kurdistana Sûriîyê tuneye. Ew cografî ya gelên din e jî, wek Çeçen, Ereb, Turkmen, Aşûrî, Suryanî. Kurdistana çi yabo qurban? Kurdistan Murdistan tuneye“ û pelûla germ bi serê Kurdan û Kurdistanê de dakiriye.

Sînemê sînemê hawara xwedê Sînemê..
Sînemê Sînemê stara xelk û alemê..

Keçê hey te kezîya Kurdên xwelîser kur kirê, dinya û alem zane go li Sûrîyê Kurdistan heye û navê wî beşî jî rojavayê Kurdistanê ye. Gelo tu derewan dikî, yan rûpelên dîrokê derewan dikin keçko?

Li Kurdistanê şêr jî hene, keftar jî hene, hirç û seg jî hene, mişk û pisîk jî hene, dîk û mirîşk jî hene, wawîk û rovî jî hene, ker û bergîl jî hene, ma îcar em rabin ji bo xatirê wan heywanan înkara welatê xwe bikin û bêjin „Kurdistan tuneye“ xwedêhiştê?

Bela Kurdistan hebe, lê bela Ereb, Turkmen, Aşûrî û Suryanî jî bi azadî di nav sînorê Kurdistanê de bijîn keçko. Ma kî naxwaze?

Yan go hûn kêfa xelkê li me neynin û rûn li ser nanê dijminên me nekin, sebra we nayê ne wilo?

Sînemê Sînemê stara xelk û alemê…

Hernêêêêêêêê…

Efrîn

About The Author