Kurdî Antîvîrûs e

Devliken Kelogirî

Kurd, di eslê xwe de;
Rast e, feodal bûn, nexwende bûn, ji modernîteyê dûr bûn.
Lê;
Canik bûn.
Camêr bûn.
Comerd bûn.
Maqûl bûn.
Mêr bûn.
Jin bûn.
Mêrxas bûn.
Mêvanperwer bûn.
Mirovhez, heywanhez, xwezahez bûn.
Lê mixabin;
Cîranên kurdan ji van xweşî-başî û taybetmendiyan dûr bûn.
Bûn vîruseke hovane û ketin nav xwîna kurdan, kurd kirin hov anku kirin wek xwe.
Ji nav kurdan, li gorî hişmendiya xwe ekîbek derxistin. Ew ekîb bi hovtiya xwe perwerde kirin. Dû re, tenê kirasekî kurdî li wê ekîbê kirin û bera nav kurdan dan. Wê ekîbê, wê vîrusa xwe yî hovane bi haweyekî fisgenîtî li nav kurdan belav kir.
Êdî kurd jî kirin wek xwe û bi ser ketin.
Şoreşgerên bi rê û rêbazên „hov“an bi haweyekî hovane rabûn, bi zaneyî-nezanî, li ser navê şoreşê kurd ji kurdayetiyê-ji kurdî dûr xistin.
Pêdiviya kurdan ji zanînê hebû; bi zanînê wê xwe nas bikirina, lê li ser esasekî kurdî…
Şoreşgerên bi rê û rêbazên hovane ketin bin vê netewê, bi genetîka vê netewê lîstin, ev netew ji rastiya wê dûr xistin.
Şaşî çi bû?
Şaşî ev bû, divê şoreşgeran bi kirasekî sixte ev netew ji rastiya wê dûr nexistibûna. Li ser esasê kurdayetiyê, ev netew entegreyî modernîteyê kiribûna.
Wan çi kir?
Wan, hov modern dîtin û netewa belengaz entegreyî hov û hovîtiyê kirin.
Çare çi ye?
Çare, antîvîrus e û antîvîrusa hovtiyê jî, lixwevegerîn e anku kurdîbûn e.

About The Author