Bozan abê herkes kir xayîn kuro

Cemîl Cewher

Li ser bextê fitne û fesadên Kantona Qendîlê be, dibêjin Endamê Rêveberîya PKK xalê we Bozan Tekîn çend lotik avêtine û ji Çira TV re çavê xwe girtîye û devê xwe vekirîye.

Dibêjin Bozan abêmiz gotiye: „Ez bi serê bavê we kim, 4ê Nîsanê ne tenê rojbûna başqan Ocalan e, 4ê Nîsanê herweha rojbûn û jidayîkbûna Kurdan e allahwekl“ û pê de çûye.

Yanî, li gor xalê we Bozan Tekîn, berî çêbûna serokê wî Ocalan Kurd tunebûn û heft qatan di binê erdê de bûn. Çêbûn û jidayîkbûna Kurdan bi Ocalan dest pê kiriye.

Ê başe xalo can, ma berî çêbûna başqan Ocalan, dê û bavê te tunebûn qardaşim? Ma tu ne ji wî dê û bavê Kurd çêbûyî?

Axir..

Piştre germ bûye û mesele hatiye ser Cizîrê û berxwedana Cizîrê.

Bozan abêmiz gotiye: „Dîsa ez bi serê bavê we kim, li Cizîrê destan hat nivîsandin. Çi kesê ku berxwedana Cizîrê rexne bike xayîn e, kî gazindan bike koleyê dewleta Tirk e“ filan û fîstan û sor bûye.

Halla hallaaaaaa û ya siphan allah!

Yaw li Cizîrê kevir li ser kevir nema, dewleta Tirko Cizîrê dagîr kir, talan kir, namûs çû, mal çû, Kurd mirin, revîyan, çendekên keç û jinên Kurd tazî li kolanan man.

Naxwe li Cizîrê destan hat nivîsandin?

Yan destana mirinê, destana dagîrkirin û koçberbûnê?

Haaaa, berî em ji bîr bikin xalê Bozan, ma ne Duran Kalkan û Karayilan yoldaş berxwedana Cizîrê xelet dîtin û gotin „xeletî bû“ lo.

Gelo ew jî xayîn in yan na?

Yan haya te ji gotin û daxuyanîyên Kalkan û Karayilan yoldaşên me tuneye?

Yaw Rûsya, Amerîka û Ewrûpa jî talan û dagîrkirina Cizîrê rexne dikin babam, ma naxwe ew jî xayîn in?

Werhasilî kelam, xalê me Bozan Tekîn heval mesele anîye ser rojavayê Kurdistanê û dîsa „netew-dewletbûn“ xistiye binê erdê.

Bozan yoldaş gotiye: “

„Ez bi serê bavê we kim, Sîstema Federasyona Demokratîk paradîgmaya başqan Ocalan e. Başqan Ocalan li dijî „netew-dewletbûnê“ li başûrê Sûrîyê felsefeya netewa demokratîk bi pêş xist. Netew-dewlet a ku yek reng, yek al, yek ziman û yek çandê diparêze, malik li xelkê viritandiye û xelk virikî kirine. Xelkên Rojhilata Navîn ji netew-dewletbûnê pir kişand, mala wan bir mîratê û hîna jî dibe mîratê. Ji vê yekê re çareyek pêwist e û ew jî netewa demokratîk e allahwekîl“
filan û bêvan.

Ez serê we û xalê xwe Bozan Tekîn neêşînim gelî lotikvanan, xuyaye li gor Bozan abêmiz, netew-dewlet ji herkesî re adet, lê ji Kurdan re qebhet e. Netew-dewlet ji xelkê re can e, lê ji Kurdan re bacan e. Ji xelkê re helal e, lê ji Kurdan re helal e wesselam…

Ê de ma xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî..

Bijî destan û berxwedana Cizîrê û şabaş!

Hewlêr/strong>

About The Author