Camêr bi malê xwe zane

Devliken Kelogirî

Hatîp Dîcle:
„Heger îro li Kurdistanê referandûm çêbibe, ji sedî pênç serxwebûnê naxwaze.“
Êê…
Camêr bi malê xwe zane.
Bi salan e bi stratejiyên peziyîst we mejî li kurdan kir ka û pûş û pîsî…
„Sayin“ Dîcle!
Jixwe ew kurdên tu qest dikî, tu sax bî, êdî ne kurd in; ew jî wek te mejîsist in.
Bi saya we êdî kurd hew bi kurdî zanin; haya wan ji nirxên kurdî tune ye.
Bi salan we hemû malbatên kurdan bi haweyekî stratejîk politîze kir. Ji her malbatekê we xortek-keçek şand serê çiyê.
Di her malbatekê de dengê qîrîna şwînekê bilind bû. Ew qîrîn kezeba dê û bavê wê keçê-wî lawî peritand. Ew dê û bav bêyî daxwaz û îradeya xwe bi haweyekî xwînî bi we ve hat girêdan; ne ji bo armancên we yên beradayî, ji şewta kezebê û ji hêrsa li dijî sîstemê bûn perçeyeke ji we.
Ev serê salekê ye, we warê kurdan kir warê kundan.
Ji belengazî û neçarî kurd ketin ser rêyan, berê xwe dan cîh û warên nediyar. Li wan cîh û warên nediyar, piştî demekê wê ji xwe bi dûr bikevin û bibin wek we; bibin ji we; lê ne ji dilî, ji mecbûrî; lewra siyaseta hendekan jixwe armanceke weha di xwe de dihewand…
Û hûn bi ser ketin, „sayin“ Dîcle…
Lê Kurd di gelek qonaxên weha dijwar re derbas bûne, ew ê biêşin lê vê qonaxê jî derbas bikin. Hûn çawa ji sergo çêbûne, herweha weha jî, hûn ê herin ser sergo û bibin sergo.

About The Author