TKDP yekîtîya xwe pêk anî, kilîlîlîlîlî!

Pişo Mihemed

Belê, piştî xirecir û kefteleftek dûdirêj, lotikvanên ku nêzîkî PDK û xeta Barzanî ûn, di bin sîwana TKDP (PDK-Bakur) de bûn yek û govend xweş û geş bû.

Ev nêzîîkî du salan bû ku TKDP ketibû xewa mirinê û deng jê dernediket. Lê dibêjin piştî vê yekîtîyê reha mêranî û xebatê di ruh û laşê wan de geştir bûye û sûnd xwarine ku ewê ji îro û pêde çalaktir bibin, siyasetek geştir û xweştir bimeşînin.

Ê de yekîtîya TKDP li ser xêrê be rebbî û xwedê wan li hember milletê Kurd rûreş dernexe.

Xançepek / Amed

About The Author