Hem li nêl dixe, hem li bizmêr

Reşoyê Darî

Gerçî ne tenê xalê me Ahmed Turk, lê hema bêjin piranîya hinek siyasetmedar û rêvebirên me hem li nêl dixin, hem li bizmêr. Tenê em xalê xwe Ahmet Turk gunehbar bikin nabe, xelet e. Yên wek wî di nav me Kurdan de bi hezaran hene. Hem li ser navê Kurdan siyaseta xwe dikin, hem li ser navê Kurdan dikevin meclîsa Tirko û meaşê xwe distînin, hem qaşo mafê Kurdan diparêzin û hem jî rûn li ser nanê siyaseta dewletê dikin. Yanî, gem bi gur re dikujin, hem bi şivên re şînê digirin.

Wek hûn zanin, dewleta virqo di navbera rojava û bakurê Kurdistanê dîwarên bi beton lêdike û dixwaze têkilî û çûnûhatina Kurdên serxet û binxetê ji hev qut bike. Lêkirin û rêzkirina wan dîwaran car caran ji alî xalê me Ahmet Turk ve hatibû rexnekirin jî. Lê derketiye holê, ew betonên ku Kurdan ji hev qut dike û ji hev dûr dixe, ji alîyê şîrketa „Turk Beton“ê ve, ango ji alîyê şîrketa Ahmet Turk û malbata wî ve tên çêkirin û difroşin dewletê. Ne li ser bextê me be ha, li ser bextê çapemenîyê û li ser bextê fitne û fesadên Qesra Qenco be, ew dibêjin.

Ma emê çi bêjin keko!

Em Kurd milletekî xwelîser, bêxwedî, gêj û bêaqil in mixabin. Hema kî bixwaze li me siwar bê, em xwe jê re davêjin erdê û kurtanê wî li xwe dikin. Yan jî bi zorê wî kurtanî li me dikin.

Ê de li ser xêrê be, pîroz û bimbarek be rebbî!

Xalê me Ahmet Turk û malbata wî feqîr in, belengaz û bêmecal in. Belkî meaşê wî û bi hezaran dolim erdên wî têra wî û malbata wî nake babam. Ma bela rebenan ji birçîna bimirin lo!

Mêrdîn

About The Author