Nebêjin „Tu nikarî“…

Lîstikvan Zelal Dere dibêje ku armanca sînemaya kurdî ew e ku ne nîşandana bedewiyê de lê vegotina û nîşandana rastiyê ye.

Cesîm Îlhan

Lîstikwan Zelal Dere bi Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku divê derfet û fersend ji jinên kurdan re bên çêkirin ta ku bikarin di sînemayê de cih bigirin. Zelal Dere dibêje ku jinên kurd di sînemayê de, serkeftin bi dest xistiye û diyar kir ku gotina „tu nikarî“ na lê belê „baweriya min bi te tê“ mezintirîn serkeftina jina kurd e.
12
Tu difikirî ku jin di sînemaya kurdî de, dikare rolên xwe li gorî dilê û bi rehetî bilîzin?

Ji perspektîveke teng tê dîtin. Şabloneke wiha çêbûye ku „jina kurd“ di bin fişara civakî û malbatên pederşahî û zayendperest de tê çewisandin. Ez wiha difikirim ku jina kurd ev şablon şkenandiye. Ez dikarim mînakên serkeftî yên jinên kurd bidim, herwiha hinek hene ku him lîstikvan in û him jî di rolên zehmet de bi awayekî serkeftî lîstiye; wek mînak Golshifteh Farahanî ya wêrek ku bavê wê gelekî piştgiriya wê kir û di rolên mezin di sînemaya cîhanî de lîstiye, ez heyrana wê me, herwiha Belçim Bilgin, Rojda Demirer…Tenê wan merc û derfetan ji jina kurd re biafirînin û rawestin û binerin bê çawa ji nû ve diafirîne. Divê jin bizane ku kêşeya bingehîn, ne kêşeya jinê ye, lê kêşeyeke mêran heye û divê bi dawî were. Bila tenê yek ji jinê re bibêje „ez bi te bawer im“, ew şiyan û hêz li ba jinê heye ku wan astengên sedsalane, wê tirs, saw û azarê bi dawî bike û dîsa baweriya xwe bi xwe nû bike.

zelal

Wek kesekê ku him di sînemaya kurdî de û him di ya tirkî de lîstiye, gelo kîjanê bêtir diecibînî û çima?

Di sektora sînemayê de ya ku herî sermestiya baştirîn filman lê tê dîtin, sînemaya amerîkî ye ku hemû derfetên pêşkêşkirî bi kar tînin û ji bo min filmên Western yên herî xweş in û bi kêfxweşî li wan temaşe dikim lê ji aliyekî din ve, hinek film hene ku li gel zehmetî, sansûr û qedexeyan tên kişandin, ew filmên Rojhilata Navîn in ku cihekî baş di arşîva dinyayê de girtiye û yên herî zêde bala min dikişînin filêm kurdî û yên îranî ne.

Niha tu ji aliyê etnîste û dewletê ve, çawa xwe didî nasîn? Lîstikvaneke kurda Tirkiyeyî? Lîstikvaneke tirk? Lîstikvaneke Tirkiyeyî? Lîstikvaneke kurda Kurdistanî?
Niha ti pênasîneke wiha tine, ji ber pîşeya lîstikvaniyê, gel van pênaseyan dike û wisa dimîne lê ew bi xwe pênaseyeke wiha tine, belkî divê mirov hinekî navdartir bibe.

Te di produksiyoneke hevpar ya Îran û Tirkiyeyê de lîst, ew film hîn derneketiye. Gelo tu dikarî behsa rola xwe di wî filmî de bikî?

Filmê „Navê sibe cuda ye“ ku prodiksyoneke hevpar a Îran û Tirkiyeyê ye, behsa rewşa îro ya Rohilata Navîn dike, behsa wan kesên dike yên ku ji ber şer ji cih û warên xwe bûne. Film jiyana mirovekî nîşan dide ku ji cih û warê xwe bi zorê koç kiriye. Rola min di filmî de, rola keçeke xurt ya malbatekê ye ku biyaniyekî dihewîne bê ku li nasname, ziman û çanda wî bipirse û hewl dide birînên wî derman bike û alîkariya wî bike.

zelal3

Wek jinekê ku him di filman de û him jî rêzefilman de lîstiye, gelo dikarî ji me re behsa cudahiyên wan û zehmetiyên wan bikî?

Di lîstikvaniyê de, cudahî di navbera sînema û rêzefilman de tine, yek tişt tenê heye, ew jî ked û hezkirin e; ew „karakter“ heye ku hûn hilm, giyan û xwîna xwe didinê. Di rêzefilmekî de, derfeta we heye ku hûn wî „karakter“î di beşa heftan ya rêzefilmî de bidin rûniştin lê di filmî de ne wisa ye, demek heye ku divê hûn gelekî li ser wî bixebitin; ji ber mesref, ked û xebata zêde telafîkirin di sînemayê zehmet e û tenê carekê pêk tê lewra sînema hesastir e. Çi sînema çi rêzefilm be, hûn karekî dîtbar dikin û pêdivî ekîbê heye û materyala vî karî jî lîstikvan e û lîstikvan çi bijî, ew ê derkeve ser ekranê.

Yek ji mezintirîn kêşeyên sînema tirkî ew e ku li jinê bi çavekî fîzîkî û estetîk dinerin. Gelo ev rewş di sînemaya kurdî de jî wiha ye?
Êdî awayê em tên dîtin, bûye kêşeya bingehîn ya zelamî bi xwe jî…Jinên me di lêv û birûyên xwe de, mêrê me jî di mezinkirina bazûyên xwe de difikirin û pêdiviyên xwe yên fikirî ji bîr kirine, civak ketiye vê rêyê. Em di serdemeke wiha de dijîn ku pere di medyayê de bûne her tişt û encex medya bi estetîkê bide xwedî îtîbar. Sînemaya kurdî xwedî armanc e, armanca wê ne dayîna bedewiyê ye lê ravekirin û vegotina rastiyê ye.

sputnik

About The Author