Yara bedew

Yara bedew te ez kujtim bi wan awirên çavên xwe
Wek bilbil bê ziman hiştim bi wan sorgulên dêmên xwe
Ma evîna Ferhat çiye li ber evîna dilê min
Wek Memê Alan kirime hêsîrê maçên lêvên xwe

Sal û zeman va derbas bûn ji evîna te şikestim
Ciwanî çû lê ji bo te hîna jî ez bi helwestim
Xwezî bi wê roja ku min bi saxî te her bidîta
Bila te ax bavêta ser wê tirba min bi destê xwe

Yara delal di ber te de şehîd ketin bi hezaran
Xwezî ez jî yek ji wan bim li ser axa bav û kalan
Tu hem yar î hem welat î gula cîhane Kurdistan
Brîndarê te me ji dil min jî bike mêvanê xwe

Brîndar

08/01/2007

About The Author