Mehmetçîk Barut şehîd ket, wey weleeeddd!

Cenbelîyê Botî

Yên me kûçik, mirîşk, pisîk, ker û qantirên me şehîd dibin, kes behsa wan nake. Tew zarok, jin, pîr û kal, keç û xortên me şehîd dikevin, dibin terorîst, kes behsa wan nake. Lê gava kûçikek wan tê kujtin û bi cehnemê şad dibe, dibe şehîd.

Di şerê li dijî Kurdan de Tirk kûçikên xwe jî bi kar tînin. Yanî Mehmetçîkên kûçik! Yek ji wan Mehmetçîkan jî Barut bû.

Li Gevera Colemêrgê, Mehmetçîkê bi navê Barut hat kujtin û ev tirr jê re nema. Piştî Barut efendî bi cehnemê şad bû, Tirkan ew kir ŞEHÎD! Lê kes nizane wê ew şehîd biçe ku. Ji ber li axretê cîh ji kûçikan re nehatiye çêkirin û şehîdbûna wan jî nayê hesêb, Mehmetçîk Barut wê di nav kîjan beşê şehîdan de bê hesabkirin, kes nizane.

Axir..

Malpera www.bursa.com kûçikekî artêşa Tirk wek şehîd nîşan daye. Bi vî awayî Tirk îspat û eşkere dikin ku birastî jî ew ji kûçik û gurên Asenayê ketine û kûçikekî xwe nadin bi Kurdan, kûçikên xwe di ser Kurdan re digirin. Qîmetê ku didin kûçikekî xwe, nadin Kurdan.

Aha netewperestî û xwenaskirin ev e gelî lotikvanan.

Xelk bi kûçikbûna xwe xwe nas kirine, lê em Kurdên xwelîser hîna jî qûna wan dalêsin, bratîya seg û kûçikên xelkê dixwazin û xwelîya heft gundan li serê xwe dikin.

Belê, li gor www.bursa.com dibêje, Mehmetçîk Barut êrîşî ser yekî PKK î kiriye û di wê demê de ji alî yekî PKK î ve hatiye kujtin û şehîd bûye.

Belêêêêê belê!

Mehmetçîk Barut bi destê terorîstekî PKK (!) ve şehîd ket!

Wey weleeeddddd wey weled!

Wey weled Barut efendî wey weled!

Wele te jî bê girt û tu jî ji kîsî xwe çû oxliiiimmmmmm!

http://www.bursa.com/barut-da-sehit-oldu-n244642/

About The Author