Xalê Cercûr û bratîya Kurd û Tirkan

Di dema şerê PDK û YNK de ( ne şaş bim 1978-79 bû)pêşmergeyekî PDK bi brîndarî tê Nisêbînê. Ji bo ku karibe li Nisêbînê bimîne û bê dermankirin, diviyabû bibûya hemwelatîyê Tirkîyê.
sofi-xelef1
Xalê Cercûr Omerî bû. Hinek dost û nasan xwe avêtin tor û bextê wî û jê re mesela pêşmerge gotin, gotin: „Xalê Cercûr, gava pêşmergeyê me derxistin dadgehê, bêje ew kurê min e. Ji zûde wenda bû, va niha derketiye holê û ez bavê wî me“.

Xalê Cercûr dibêje: „Ser seran û ser çavan, ma ji vê rehettir“ û dilê xortan xweş dike.

Werhasil, roja dadgehê tê, yê pêşmerge derdikeve pêşberî dadwer.

Dadwer jê dipirse: „Tu kîyî oxlim, tu kurê kêyî?“

Pêşmerge: „Ez kurê Cercûr im“.

Dadwer berê xwe dide xalê Cercûr û dibê:

„Ma rast e evê han kurê te ye?“

Cercûr hêrs dibe û ji yê pêşmerge re dibê:

„Te go tu kurê min î? Kengî min nîhaye dêya te oxlim, tu ji ku kurê min î?“

Û rebenê pêşmerge derewîn derdixe.

Îcar ev jî mesela me û bratîya Kurd û Tirkoleran e. Hinek Kurdên xwelîser sibê, nîvro, êvarî qikin qarewar, qîjewîj û dibêjin: „Em û Tirk brayên hev in, xelklerin qardaşlixî“ filan û fîstan.

Îcar we go em brayên hev in?

Ji qewla xalê Cercûr ve:

Kengî me nîhaye dêya hev oxlim?

Ev bratî ji ku derket?

About The Author