Ji bo rojek serbixwe

Kurdên diyaspora yên ji her 4 parçeyên Kurdistanê, xwe ji bo pêşandanek mezin amade dikin û dixwazin li Almanya bajarê Koln ê lotikek mezin bavêjin. Kurdên diyasporayê dixwazin di 100 salîya peymana Sykes-Pîkot de parçekirina Kurdistanê şermezar bikin û di kefenê 101 bavê Sykes û Pîkot nin.

Di xwepêşandanê de ku wê roja 14-5-2016 li Almanya li bajarê Koln ê, li kêleka Dêra Domê bê lidarxistin, wê ji her çar perçeyên Kurdistanê hunermend, grûpên şano, folklor û kesayetîyên siyasî beşdar bibin.

Di xwepêşanda şermezarkirina 100 saliya Sykes-Picot de, wê tenê Ala Kurdistanê bê hildan û ev lotika mezin û qerase di bin navê “Ji bo rojeke serbixwe” de tê çêkirin.

Di şerê cîhanî yê yekem, ango di 16ê Gulana sala 1916an de, sermezin û zikmezinên Birîtanya û Fransayê, xaka Kurdistanê ya ku di bin destên Împaratorîya Osmanî de bû carek din parçekirin û xistin bin desthilatdarîya Erebên qûnreş. Bi vî awayî Kurdistan ji du parçeyan (bakur û rojhilat) kirin çar parçe.

Aha ji ber vê yekê, di 100 salîya peymana bêbext Sykes-Pîkot de Kurdên diyasporayê dixwazin naletê li 101 bavê François George Picot (berpirsê Fransayî) û Anvê mark Sykes (berpirsê Birîtanî ) bînin û vê peymanê şermezar bikin.

Ê de haydê…

Piştgirîya vê lotikê bikin û werin govendê.

Heçê neyê govendê, tirşika xaltîka Eyşo bixwe û hûn sax

pikott

About The Author