Silhoyê me vê carê got: „Otonomî!“

ciletci-miheXortê lihevhatî, germik û nermik, sazbend û tembûrvanê dengxweş, kilê çavê keç û jinên demokratîk cimhûrîyetê, boxê berana û hevserokê Partîya Xelkên Tirkîyê (HDP) cîgerim Selahattîn Hesintaş, serdana Amerîkayê kir û virde wêde çend lotik avêtin.

Silhoyê me beşdarî çend civîn û semîneran bû û bersiva pirsên xelklerên Amerîkayê da.

Silhoyê me bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û got: „Ez bi serê Erdogan, Bahçelî û Kiliçdaroglî kim, em ji bo bakurê Kurdistanê û deverên ku Kurd lê dijîn xweserî yan otonomîyê dixwazin“ û da lotikan.

Silhoyê me li ser zimanê Kurdî jî (ku ew bi xwe jî baş Kurdî nizane) got:“ Bi allahwekîl, di makzagona Tirkiîyê de tenê zimanê Tirkî zimanê naskirî û fermî ye û hemû zimanên din ên li Tirkiyê wek zimanên biyanî tên naskirin, wek zimanên teyr û tilûran tên naskirin. Ji xwe zimanê Kurdî wek zimanekî nenas û zimanê cin û pîrebokan tê naskirin“ filan û fîstan.

Ez serê xwe û we neêşînim gelî lotikvanan, Silhoyê me berî salek du salan hingî behsa xweserîya demokratîk kir, bajarên Kurdistanê kirin xendek, koncal û şikeftên demokratîk û bûn sebeb ku dewleta virqo bajarên Kurdistanê bi ser serê Kurdan de hilweşîne, wan ji hev tar û mar bike. Xendekên xweserîya demokratîk bû sebebê kujtina bi sedan keç, xort, jin û zarokên Kurdan û dêya Kurdan hat gan.

Û niha jî Silhoyê me behsa otonomîyê dike û ji bakurê Kurdistanê re otonomîyê dixwaze.

Îcar hesab li cem we qurban.

Heke xweserîya demokratîk ev tofan anîbe serê Kurdên bakur, gelo wê otonomîya demokratîk çi erdhej û bablîsoka demoktratîk bîne serê Kurdên bakur?

Yan çend bajarên ku li ser lingan mane, dixwazin wan jî bi otonomîya demokratîk kevir li ser kevir nehêlin gelo, we go çi!

Ê de ya bi xêr…

Waşîngton

About The Author