ŞÎRETA KALO Û NEVÎYÊN BÊXÎRET!

rewiKalo û hevalekî xwe suhbet dikirin, mijara suhbetê hat ser tevgera nevîyan.

Kalo got: “ Ez texmîn dikim nevîyê min Elî jî bi dizîka ve cixarê dikişîne.”

Hevalê wî got: “ Heyf ku cixarê dikişîne, hîn zarok e, çarde salî ye, xwezî nekişanda.”

Elî jî ji derî de ket hundir.

Kalo zivirî ser hevalê xwe, wek mînaka (Keçê ji te re dibêjim, bûkê tu fêm bike) û got: “ Hesen mêze tu cixarê dikişînî, bila gunehê min li stûyê te be, nebê tu bi zikê birçî cixarê bikişînî ha.”

Hesen serê xwe hejand, erê kir.

Kalo destê xwe avêt bişkoka kirasê xwe “ Tu vê bişkokê dibînî ne? Heke tiştek tunebe tu bixwî, aha vê bişkokê biqetîne û bixwe, paşê bi ser de cixarê bikişîne.”

Elî fêm kir ku kalo vê şîretê li wî dike, şermoke derkete derva û derî girt.

Elî îro 70ê salî ye hê jî gorî şîreta kalê xwe bi zikê birçî cixarê nakişîne wesselam…

Kalên me Kurdan Ehmedê Xanî, Şêx Seîd, Mela Mistefa Barzanî jî li me şîret kirin gotin “ Kurdistanê rizgar bikin.”

Me çi kir?

Me got “demokratik Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrî.”

Em nevîyên bêxîret in werhasil…

About The Author