Xal û xwarzê rabûn hev

Ehmed Beyan

Cizîr şewitî, wêran bû. Sûr a Amedê jihevde ket. Nisêbîn, Şernex, Silopî, Gever, Hezexê û deverên din wêran bûn, kesekî kirasê xwe neçirand û di meclîsa Tirko de li kesî nexist. Gava bajarên bakurê Kurdistanê wêran dibûn û dibin, deng ji wekîlên me yên HDP dernediket. Yanî di meclîsa Tirko de, di kursîyên germ û çermên xezalan de germ û nerm rûdiniştin, ne xema kesekî bû. Lê ku wekîltîya wan, kursîyên wan û mûçeyên (meaşê) wan ket xeterê, veciniqîn û pengizîn.

Birastî ji alîyekî dilê meriv dêşe. Dilê meriv bi me jî û bi wan jî dişewite. Çawa wekîlên AKP û dolheramên din rabin li wekîlên me xin û wan pîs bikin! Lê ji alîyê din jî, meriv dibê „Kuro de xal û xwarzê ne, brayên hev in, hemû jî zarok û çêlîkên demokratîk cimhûrîyetê ne, zarokên „Xelklerîn Kardeşlîxî“ ne. Çawa be derdekî wan û Kurdistanê bi hev re tune, netew-dewleta Kurd naxwazin, Kurdistanek serbixwe naxwazin, Îro li hev xin, wê sibê li hev jî bên. Ma ji me re çi baban“ û difikire.

Ez serê we neêşînim, zarokên AKP li zarokên HDP xistin. Û zarokên HDP jî li zarokên AKP xistin. Û CHP a ku zarokên HDP jê re li çepikan dixistin û sibê heta êvarî banga yekîtî û xebatek hevbeş lê dikirin, ji zarokên AKP re li çepikan xistin, dan xuyakirin ku ewê di dengdanê de raya xwe bidin AKP û tirrê ji wekîlên HDP berdin, wekîltîya wan bavêjin teneka zibil.

Aha siyaseta şaş, lotik û zîtirkên xelet, vê encama sosret bi xwe re tîne û anî.

Erê wekîlnoooooooo!

Ji bo bratîya xelklerin qardaşlixî we Kurdistan avêt teneka zibil.

Ji bo yekrêzî, yekparî û parçenekirina dewleta Tirk, we xwe bi dûv û terîya demokratîk cimhûrîyetê girt û hûn li dijî netew-dewletbûna Kurdan derketin, derdikevin.

Û we ji netew-dewleta Tirk têra xwe lêdan û lêxistin xwar.

Gelo bi wan pozên şikestî, bi lêxistina netew-dewleta virqo, wê pozê we û pozê me bişewite?

Yan dîsa hûnê li ber xwe û pozê xwe nekevin û dîsa jî bêjin „Xelklerin qardaqlixî, demokratîk Tirko cimhûrîyetî“ û jehr û ziqûm?

Werhasilî kelam, xuyaye wê zîtirkvanên AKP bi alîkarîya lotikvanên MHP û CHP wekîlên HDP ji meclîsê biqewirînin, wan ji wekîltîyê bixin, berê wan bidin kuçe û kolanan û qulikên herpisxaneyan.

Ê de ya bi xêr…

Heke piçek xîret di wan pozên şikestî û bedenên brîndarbûyî de mabe, divê wekîlên me meclîsa Tirko li xwe heram bikin. Na heke destê wan ji kursîyên germik û nermik, ji 17-20 hezar lîreyên Tirko nebe, ew û xalên xwe, ew û brayên xwe yên Tirk li hev pîroz û bimbarek bin û xelas…

Enqere

https://youtu.be/48ICkMCdtKA

About The Author