HDP çi dixwaze?

Bakurê Kurdistanê di rewşeke dijwar de dijî, pevçûn û aloziyên vê dawiyê, bûne sedema kuştin û wêranbûna bi dehan kes, bi sedan kes koçber bûn û li çend navçeyan jî rewşa awerte û qedexekirina derketina ji derve hatiye ragihandin. Berpirsên HDPê daxwaza serhildanê ji xelkê dikin lê belê heta niha xwepêşandaneke bi dehan hezar kesî jî nehatiye kirin, di demekê de ku berê HDPê ji sedhezaran bigire xwepêşandanên milyon kesî jî kirine.

Pirsyar ew e xelkê Bakur çima bi giştî bêdeng in? Bersiva wê evna ye: Ji siyaseta zarokbazarî ya PKK û HDPê bêzar bûne.

Siyaseta HDPê di çend mehên borî de, tevlîheviyeke mezin pêve tê xwiya kirin. Zêdetir li ser bingeha parçekiryaran siyasetê dikin, bi nav partiyeke Kurdî ne, lê di pratîkê de partiyeke çep a Tirk, bi awayekî aşkere dijayetiya serxwebûna Kurdistanê dikin ne ku tenê li Bakur, lê li parçeyên din jî, li gor axaftina wan dewleta Kurdî karekî paşketî ye û dive bikeve tenekeya zibil! Herwiha HDP dijayetiya wan serkirdeyan jî dike ku meyla wan a neteweyî heye û wan paşguh dixe wek Leyla Zana, Ehmed Turk, Osman Baydemîr û Altan Tan.

Di hilbijartinên Hezîrana borî de, serkeftina HDPê û bidestxistina 80ê kursiyan, berpirsên wê partiyê mest kir û hinekî biserxwe ve çûn, wiha dizanîn ku Tirkên deng dane HDPê, baweriya wan bi demokrasî û mafê mirov heye ne valahiya opozîsyoneke sekuler ku li himberî sîtema Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) rabiweste.

Binkeyê serekî yê cemawerê HDPê, Bakurê Kurdistanê ye, ku bi giştî civakeke konservatîf û dîndar e. Lê belê HDPê qet ne dûr û ne nêzîk di bernameyê xwe yê hilbijartinê de behsa mafên neteweyî yên Kurd nekir, lê gelekî zêdegavî jî kir dema ku qala mafê hevregezbazan (Homoseksuel) dikir û cara yekem di dîroka Tirkiyê de, gey û hevregezbazek kir berbijarê xwe.

Gelek caran hinek nivîskarên dijî PDKê li Başîr (Ku ji bo mebesteke taybet polîtîkayên HDP û PKKê diparêzin) wê yekê tînin bîra PDKê ku di yekemîn hilbijartinên Herêma Kurdistanê yên sala 1992an de PDKê ji sedî 51ê dengan bidest xist, lê di hilbijartina dawî ya sala 2013an de cemawerê wê kêm bûye û daketiye ji sedî 38, wate cemawer-alîgirên PDKê di hundirê 21 salan de ji sedî 13 hatiye xwarê, lê belê HDP di hundirê kêmî çar mehan de 20 kursiyên parlamentoyê ji dest dan! Loma heqe dostên HDPê ji berpirsên wê partiyê jî bipirsin ka we çawa ew hemû cemawer wiha zû ji dest da.

Yek ji pirsgirêkên mezin ên HDPê ew e ku biryar ne di destê wê de ye û axaftina yekalîker di destê Qendîlê de ye (Bi taybetî baskê Cemîl Bayik). Gelek caran mirov dimîne ecêbmayî ji wêya ku Qendîl û HDP wiha tevdigerin ku bi tevahî bi dilê AK Partî, Erdogan û di xizmeta siyaseta AK Partiyê de ye. Eger na pêxistina agirê şer di vê demê de û kuştina çend polis û leşkeran (Bextê reş ku piraniya wan jî Kurd in) çi fêdeyekê dighîne pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê?

Piraniya wan cihên ku niha şer û pevçûn lê heye û bûye sedema koçberbûna xelkê û nemana dikan û bazaran, wek Sûra Amedê, Cizîr û Silopî, ew cih in ku HDPê piraniya dengan ji wan deran bidest xistiye û serokên şaredariyan jî di destê wê partiyê de ne ku li wan navçeyan kêmtirîn alîgirên AK Partiyê hene, lê gelekî balkêş e ku HDP bi xwe li wan cihan desthilatdarê yekem e, daxwaza xweseriyê dike!

Baş e xelk di ber çi de koçber û derbider bibe, jiyan lê têk biçe û di dawî de destkefta wî şer û malwêraniyê bo pirsa Kurd li Bakur çiye?

Kurdistan24

About The Author